JIYAN PÎRAN-MEXMÛR
Xwendevanên dibistana amadeyî ya Şehîd Koçerîn a Mexmûrê ku di pêşbirka helbestan a Mihrîcana 4’ê Nîsanê de pile girtibûn gotin: “Nivîsîna helbestan ya bi Zimanê Kurdî wate dide jiyana me.”
Her sal xwendevanên Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi coşek mezin amadekariyên pêşbirkên Mihrîcana Çand û Werzîş ya 4’ê Nîsanê dikin û beşdarbûna xwe ji pêşbirakan re çêkirin. Îsal jî bi heman hest û coşê xwendevanên dibistana amedeyî ya Şehîd Koçerîn beşdarî pêşbirka helbestê bûn.
Têkildarî vê mijarê me xwest em hest û nêrînên xwendevanên ku pile wergirtine bi were parve bikin. Jiyan Unver û Zeynep Yilmaz yên ku di nivîsîna helbestên xwe de pile girtîn hestên xwe wiha ji ajansa me re vegotin.
‘Mirov fêrî çi bibe başe’
Xwendevana dibistana Amadeyî Jiyan Unver di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku xwesteka wê ya nivîsîna helbestan hîn di zarokatiyê de destpêkiriye û wiha got: “Min di zarokatiya xwe de gelek caran li ser dikê helbest xwendine. Piştî ez derbazî dibistan navîn bûm û şûnde min dest bi nivîsina helbestan kir, bi demê re hestên min yên nivîsîna helbestan zêdetir bûn. Ez hersal beşdarbûna xwe di pêşbirka helbest nivîsînê ya Mihrîcana 4’ê Nîsanê de dikim. Min carekê din jî pileya yekemîntî girt û vê carê jî ez bûm dûyemîn. Mirov fêrî çi bibe başe.”
‘Divê em hestên xwe bi zimanê xwe bînin ziman’
Jiyan diyar kir ku ew di demê xwe yên vala de yan jî di kêliyên aciz dibe de helbestan dinivîse û wia dibêje. “Ez hem ji nivîsandina helbestan hem jî ji xwendina helbestan hez dikim. Dema ez helbestê ji bo Mihrîcana 4’ê Nîsanê dinivîsim, ez li gorî wateya 4’ê Nisanê dinivîsim, gelek caran jî li ser şehîd, Rêbertî û xwezayê dinivîsim. Ez dixwazim bibim bijîşkek baş. Ji bo ku em zimanê xwe bi parêzin û zimanê xwe dewlementir bikin, pêwîste em hestên xwe bi zimanê xwe bînin ser ziman.”
Helbesta ku Jiyan bi wê pile girtî wihaye:
Roniya Şevên Tarî
Bi berbanga şevek tarî
Rojek hilat li vî warî
Di dil de afirîn bendewarî
Çerxa felekê li me tevgerî
Rêberek ji kevana zêrîn
Bû xwediyê dîroka dêrîn
Azadiya welat kir evîn
Hejand dergoşa rojhelata navîn
Emin zar û zêçên te
Çav mane li benda dîtina te
Bi hev re bên didara te
Bi azadî biqêrîn rojbûna te
Azadiya we bihara me ye
Dirûşmeya we soza me ye
Têkoşîna we doza me ye
Zanista we nexweşiya me ye
‘Xwesteka min a nivîsîna roman heye’
Xwendevana din ya dibistana amadeyî, Zeynep Yilmaz jî diyar kir ku di dibistana navîn de hîn zêdetir bala xwe daye li ser xwendin û nivîsina wêjeya Kurd û wiha pêde çû: “Bi alîkariya hevalên xwe min xwe di nivîsandina helbestan de pêşxist. Di demê dibistan heyî de nikarim helbestan binivîsim, lê di betlaneyên dibistanê de ez dinivîsînim. Ez piranî têkildarî jiyana Kurdan û bi Kurdî dinivîsînim. Min di nivîsên dariştî de hîn bêhtir pile wer girtiye. Ez wê demê di nivîsa helbestan de ne gelek baş bûm. Piştî ez derbazî dibistana amadeyî bûm, min xwest ez xwe di aliyê nivîsa helbestan de jî pêşbixim.”
Wek Zeyneb bi xwe destnîşan kir ku hestek gelek xweşe ku îro bi zimanê xwe dikare helbestan binivîsîne û wiha axivî: “Ji ber ku malbatên me gelek bedelên giran dan da ku em îro bikaribin bi zimanê Kurdî bixwînin û binivîsin. Xwesteka min a nivîsina roman heye. Di pêşerojê de ez dixwazim romanan binivîsim û xwe di aliyê wêjeya Kurdî de pêşbixim. Ger derfetê min çêbibe ez dixwazim pirtûkên Kurdî wergerînim zimanên biyanî da ku wêjeya Kurdan bi wan bidim nasîn.”
Helbesta ku Zeyneb bi wê pile girtî wihaye:
Kurd
Gelek heye ji qewmê Arî
Qudertek mezin li ser dibarî
Zimaneke sih û yek siwarî
Jiyan kirin li ser vê hilalî
Dîroka Ariyan rengîne
Li Mezopotamya jorîne
Di nava kevana zêrîne
Bûheştek xem di revîne
Gelo te qet ev pirs kiriye
Xudanê vê helbetê kiye
Navê çiya li xwe kiriye
Gelek Kurd û Kurdistaniye
(fk)