SILÊMANÎ-ROJNEWS
Li Zanîngeha Polîteknîk a Silêmaniyê Roja Rojnamegeriya Kurdî bi merasîmekê hat pîrozkirin. Di merasîmê de çalakiyên cûda hatin nîşandan.
Li Zanîngeha Polîteknîk a Silêmaniyê bi boneya 127’emîn salvegera rojnamegeriya Kurdî merasîmek lidarxist û vê rojê pîroz kir.
Di merasîmê de mamosta û xwendekarên beşa Teknîka Medyayê amadebûn. Merasîmê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên çapemeniya Kurdî dest pê kir.
Di derbarê giringiya rojê de Serokê Beşa Teknîkî Medya Dr. Şêrko Cebar Mihemed ji ajansa me re axivî û got: “Yekemîn rojnameya Kurdî ku di sala 1898’an de ji aliyê Miqdad Bedirxan ve hat çapkirin, wek mîrateyek çandî û ferhengî ya Kurdî ji bo nifşê bê hat hiştin.”
Di merasîmê de sînevîzyonek ji wêneyan hat nîşandan. Piştre jî pêşangehek ya wêneyên rojnameyên berê yên Kurdî hat vekirin.
(kş)