WESAM ZEHRUNÎ-ROJNEWS
Çavdêr û şirovekarên siyasî gotîn: “Niha ti komek çekdar yên Iraqê bandora xwe li ser biryarên siyasî nemaye, ger hebe jî gelek sinordare.”
Çavdêr û şirovekarên siyasî yên Iraqê di derbarê bandor û rola komên çekdar ên Iraqê li ser biryarên siyasî ji ajansa me re axivîn.
Şirovekarê siyasî Heyder Ereb da zanîn ku divê cûdahî di navbera komên çekdar û rastiya siyasî ya Iraqê de bê kirin. Heyder got: “Niha ti komek çekdar bandora xwe li ser biryarên siyasî nemaye, ger hebe jî gelek sinordare.”
Di dewamê de Heyder Ereb diyarkir ku beriya niha bandorek zêde ya komên çekdar li ser hikûmet û biryarên siyasî hebû û got: “Lê niha ev bandora wan koman nemaye û zêdetir bala van koman li ser Îsraîl û Emerîkayê ne.”
Heyder Ereb da zanîn ku hin serkirdeyên siyasî yên wek Nurî Malikî bandorek wan a berbiçav li ser qada siyasî ya Iraqê heye û dikarin di diyarkirina siyaseta Iraqê de xwedî rolek sereke bin.
Li ser heman mijarê Şirovekarê Siyasî Mihemed Neneh jî got: “Di vê qonaxê de bi rastîjî bandora komên çekdar kêm bûye. Komên çekdar bi awayek pratîkî gav bi şun de avêtine. Ne tenê di aliyê teknîkî belkû di hemû aliyan de gav bi şunde avêtine. Lewaziyek zêde li nava komên çekdar de tê dîtin.”
Mihemed Neneh da zanîn ku rewşa Iraqê ji ber sinordarkirina çavkaniyên darayî ji bo komên çekdar nebaşe û got: “paşde gav avêtinek berbiçav ya komên çekdar diyar dibe.”
Di dawiyê de jî Mihemed Neneh ev pirs kir: “Gelo wê ev komên çekdar bikevin nava saziyên dewletê û li gor yasa û destûrê kar bikin?”
(kş)