Li Çemçemal têkildarî dîroka rojnamegeriya Kurdî panelek hat dayîn

ÇEMÇEMAL-ROJNEWS

Li Zanîngeha Çermo ya li Çemçemal panelek li ser dîroka rojnamegeriya Kurdî û zehmetiyên li pêş rojnamegeriya Kurdî hat dayîn

Îro Kolêja Ziman a Zanîngeha Çermo ya li navçeya Çemçemal a girêdayî Silêmaniyê bi boneya roja rojnamegeriya Kurdî panelek di derbarê dîroka rojnamegeriya Kurdî de hat dayîn.

Di panelê de Mamostayê Beşa Zimanê Kurdî ya Zanîngeha Kerkûkê Dr. Sebah Musa diyarkir ku Miqad Midhat Bedirxan bi derxistina rojnameya Kurdistanê xwest ku peyama gelê Kurd bigihîne cîhanê. Dr. Sebah da zanîn ku rojnameya Kurdistan bi zimanê Tirkî û Kurmancî hat weşandin û ev rojname digihişt piraniya beşên Kurdistanê.

Piştre Nivîskar Letîf Fatih Ferec jî têkildarî rojnamegerî û astengiyên li pêş karê rojnamegeriyê axivî.

Her wiha Mamostayê Beşa Kurdî li Zanîngeha Çermo Prof. Dr Saman Ezedîn jî balkişand li ser sedemê derketina yekem rojnameya Kurdî li dervey welat û got: “Ji ber Osmaniyan rê nedan rojnameya Kurdî were çapkirin, ji neçarî li Misrê rojnameya Kurdistan hat çapkirin.”

(kş)