Komîteya Têkiliyên Derve ya Mexmûrê: Iraq zextan tund dike

JİYAN PÎRAN

Endamê Komîteya Têkiliyên ji Derve ya Mexmûrê Seîd Çomlek balkişand li ser zextên li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê û wiha got: “Iraq rêgirî li kelûpelên xizmetguzariyê yên jiyanî çi avahîsazî û binesazî be digir û yek ji xala esasî ya hemû pirsgirêkên me nûnekirina nasnameyane û hikûmet nasnameyan nû nake.”

Ev zêdeyî du salane nasnameyên penaberên Mexmûrê nayên nûkirin, ji bo vê jî gelek caran di rêyên hatin çûyînê de pirsgirêk ji bo gelê wargehê tê derxistin. Di heman demê de ji 10 Nîsanê ve xala kontrolê ya ketina wargehê ku ji aliyên hêzên leşkerî yên Iraqê ve tê kontrolkirin, nahêlin kel û pelên avahîsaziyan bikevin wargehê. Her ku diçe zext û ambargoya li ser wargehê tê tûnd kirin. Têkildarî vê mijarê Endamê Komîteya Têkiliyên ji Derve ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Seîd Çomlek ji ajansa me Rojnewsê re axivî.

‘Hincet dikin nasname, lê nasnameyên me nû nakin’

Endamê Komîteya Têkiliyên ji Derve ya Mexmûrê Seîd Çomlek di destpêka axaftina xwe de destnîşa kir ku ev demeke dirêje zextên dewleta Iraqê ya li ser wargehê zêde bûye û got: “Di aliyên hatin, çûyîn kar û anîna kel û pelên avahîsaziyan de pirsgirêkan derdixin. Beriya 2019’ê wargeha me ser bi hikûmeta Herêmê bû, ji wê salê û şûnve têkiliyên me bi hikûmeta herêmê re hatin qûtkirin û ambargoyê destpê kir. Ji bo çûyîna Silêmaniyê pirê caran ji aliyê Iraqê ve astengî dihatin derxistin. Wek sedem jî; derbazbûna demê nasnameyên me yên penaberiyê tên nîşankirin. Piştî van astengiyan hemû hatin çûyîna xelkê wargehê kete aliyê Hikûmeta Navendî ya Iraqê. Di van demê dawî de li herêmên Hikûmeta Navendî ya Iraqê jî ji bo me pirsgirêkan derdixin. Gelek caran ev pirsgirêk dûbare bûne. Lê me bi têkiliyên xwe ev pirsgirêk çareser dikirin. Ji ber ku nasname ji aliyê Hikûmetê ve nayên nûkirin ev pirsgirêk her car xwe dûbare dike. Me gelek caran ji bo nûkirina nasnamê hevdîtin bi hikûmetê re pêkanîn, lê her carê bi hincetek cûda nûkirina nasnameyên me paşguh dikin. Di vê demê dawî de gelek karkerên me li ser cihên kar ji karderxistin, di rêyan de astengiyan çêdikin û paşde dişînin. Di hemû hevdîtinê me de xala serek çêkirina nasnameyane.”

‘Pirsgirêk siyasî ye, rêgirtin di encama zextên dewleta Tirkiye pêk tê’

Çomlek destnîşan kir ku pirsgirêka niha li ser wan tên ferzkirin û ambargoya tê dayîn di encama li hevkirina bi dewleta Tirkiyeyê re ye û wiha domand: “Pirsgirêkên heyî ne ji ber xwe ve derdikevin. Guhertinên niha di Rojhilata Navîn û Sûryê de pêkhatine bandoriya xwe li ser Iraqê jî dike. Dewleta Tirk rolê navendî û neyînî dileyîze. Çênekirina nasnameyên me bingihê xwe ji têkiliyên Tirk û Iraqê digire. Êdî ambargoya li ser wargehê di asta herî jor de tê destgirtin. Ti têkiliyên van pirsgirêkan bi qanûnî û hiqûqî re tine ye, pirsgirêk siyasî ye. Ev pirsgirêk di encama zextên dewleta Tirkiyê de re pêk tê. Dixwazin wargehê dorpêç bikin. Pêwîste em li hemberî rewşek wiha şiyar bin. Divê gelê Kurd li hemberî van nêzikatiyan xwedî helwest be.”

‘Em hewl didin bi rêya diyalogê çareser bikin, divê têkiliyên siyasî bandorê li ser jiyanê nekin’

Endamê Komîteya Têkiliyên ji Derve ya Mexmûrê Seîd Çomlek bal kişand ser hewldanên çareseriyê û têkiliyên bi Iraqê re: “Em dixwazin pirsgirêkên heyî bi rêya diyalogê çareser bikin. Lê Hikûmeta Iraqê li hemberî me xwedî helwestek tunde. Ji bo ev pirsgirêk çareser bibe emê helw bidin xebatên xwe berfirehtir bikin û têkiliyên xwe yê bi dewletê re xurt bikin. Pirsgirêka serek ya xelkê wargehê jî pirsgirêka xwendina xwendevanane. Gelek hevdîtinên me li ser vî bingehî bi Iraqê re pêk hatin lê bersivek nayê dayîn. Ev demek dirêje em li ser axa Iraqê dijîn, ti pirsgirkên me li gel dewleta Iraqê derneketiye û wê ji niha û şûnde jî çênebin. Mafê penaberan hene pêwîste wek her derê, li vir jî ew maf ji bo me werin pêkanîn. Divê têkiliyên siyasî bandorî li ser jiyana me nekin.”

(eh)