ROJNEWS /ÎBRAHÎM ÊZIDÎ
Asayîşa Êzdîxanê ji bo parastina herêm û xwezaya Şengalê bi şev û roj li ser erka xwe ye. Ji rêveberiya Asayîşa Êzdîxanê ya Serdeştê Îzet Şengalî diyar kir ku ew dixwazin bi gelê xwe re xwezaya Şengalê biparêzin.
Di demsala biharê de, Çiyayê Şengalê bi kulîlk û darên xwe yên hêjîr, berû, kizwan û hwd. ji Çiyayê Çilmêra heya Barê bi temamî xemiliye. Bedewiya Çiyayê Şengalê bala xelkê ji Şengalê heya Tilafer û Mûsilê kişandiye ser xwe. Lê di van demên dawî de hinek kes ji bo bazirganiya komirê, van daran dibirin û difiroşin. Ji bo parastina xwezaya Şengalê, Rêveberiya Asayîşa Êzdîxanê bi daxuyaniyekê kesên dara dibirin hişyar kir.
Ji bo rê li ber birîna daran bigirin, Asayîşa Êzdîxanê bi şev û roj di erka parastina herêmê û xwezayê de ye. Erka parastina xwezayê ku niha ketiye ser milê navenda Asayîşê ya li Serdeştê, dewriyeyên xwe yên lêgerîna di nav çiyê de zêdekirin û bi drone û lêgerîna bejahiyê dixwazin rê li ber têkbirina xwezayê bigirin, pêşiya kesên daran dibirin bigirin.
‘Qutkirina daran ne layiqî gelê Şengalê ye’
Ji rêveberiya Asayîşa Êzdîxanê ya Serdeştê Îzet Şengalî, li ser mijarê ji Rojnewsê re axivî û da zanîn ku piştî biryara rêveberiya asayîşê, ji bo parastina xwezayê û rêgiriya qutkirina daran, wan jî dest bi erka xwe kirine. Îzet Şengalî da zanîn ku di demên dawî de derbarê birîna daran de xelkê herêmê gelek gilî gihandine wan û wiha domand: “Beşek ji xelkê daran dibirin û dikin komir. Mixabin di nav Çiyayê Şengalê de li gelek cihan dar hatine birîn û heya hişk dibin wan dara dibin. Ev yek ne layîqî xelkê Şengalê û çiyayê me ye. Berê jî me parastina herêmê dikir, lê piştî biryara Asayîşê, me dewriyeyên xwe zêdekirin û em hewl didin rê li ber birîna daran bigirin. Erka me ne tenê ewe ku em rê li ber birîna daran bigrin, em ji bo parastina herêmê jî amade ne.”
‘Çiyayê Şengalê me diparêze, em jî çiyayê xwe biparêzin’
Şengalî di berdewama axaftina xwe de bibîr xist ku di dema fermanê de û beriya fermanê jî yê ku civaka Êzidî parastiye Çiyayê Şengalê bû û wiha behsa giringiya parastina Çiyayê Şengaû kir: “Lewma ji me jî tê xwestin em jî li çiyayê xwe xwedî derkevin û dar û xwezaya wê biparêzin. Em di wê baweriyê de ne ku eger ne ji vê xwezaya Çiyayê Şengalê be, wê hewqas kesekî nikaribe di çiya de îdare kiriba. Niha li herêmê gelek kes û kom hene ku daran diçînin ji bo şînkayiya Şengalê zêde bibe, lê mixabin hinek kes jî vê xwezayê têk didin. Ev yek bi ti awayî naye qebûlkirin û em weke Asayîş ji bo rê li ber birîna daran bigirin, tedbîrên pêwîst emê bigirin.’’
‘Daran qut nekin, dar biçînin’
Rêvebirê Asayîşê ya Serdeştê yasaya destûra Iraqê ya parastina xwezayê jî bibîr xist û destnîşan kir ku li gorî yasayê, her kesekî zererê bide xwezayê ew kes herî kêm dû salan dê were ceza kirin. Îzet Şengalê diyar kir ku hedefa wan ewe ku bi hevkariya gel karibin dîmeneke xweşik bidin herêma xwe û got: ‘’Ji ber ku Çiyayê Şengalê bi nav û denge, nav û dengiya hêjîrên Çiyayê Şengalê li her derê belav bûye, lazime em jî li gorî wê giraniyê li çiyayê xwe xwedî derkevin û biparêzin.”
Di dawiyê de Îzet Şengalî bang li xelkê Şengalê kir ku bi wan re bibin alîkar û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Em dixwazin her kesekî ku heya niha dar birîne, ji niha û şûn ve dest ji van karan berdin. Hinek kes dibêjin ji bo debara jiyana xwe em van karan dikin, lê ev ne di cih de ye ji bo em karibin debara jiyana hemû xelkê xwe bidin kirin, lazime em li wan cihan ku dar tê de kêmin dara biçînin, ne ku biçin dara qut bikin.”
(eh)