Sûdanî û Parêzgarê Kerkûkê civiyan

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi Parêzgarê Kerkûkê Rêbwar Teha re civiya û di diyar kir ku hikûmet dixwaze hinek projeyan li parêzgeha Kerkûkê pêk bîne.

Li gorî daxuyaniyeke Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîr hate gotin ku îro Mihemed Şiya Sûdanî pêşwazî li Parêzgarê Kerkûkê Rêbwar Teha Mistefa kir. Hate ragihandin ku hevdîtin li ser lêkolîna hûrgiliyên rewşa ewlehî, aborî û xizmetguzariyê li parêzgeha Kerkûkê pêk hatiye.

Her wisa ofîsê diyar kir ku di hevdîtinê de çend mijarên girêdayî bi dabînkirina xizmetgûzariyê û projeyên geşepêdanê li hemû bajarok û navçeyên parêzgeha Kerkûkê hatin nirxandin ku li gorî di bernameya hikûmetê de plan ji bo wan hatiye danîn.

Sûdanî di hevdîtinê gotiye, “Hikûmet dixwaze li parêzgeha Kerkûkê di çarçoveya paketekê ji projeyan, ku li seranserî parêzgehan tên cîbicîkirin, dest bi komek projeyan bike.”

Li gor daxuyaniyê, Serokwezîrê Iraqê tekez jî li ser hewlên berdewam ji bo dabînkirina pêdiviyên welatiyên, bilindkirina asta xizmetgûzariyan û vejandina aboriyê li parêzgeha Kerkûkê kir.”