Wezareta Navxwe ya Îranê: Teqîna li Peravên Recaî ji ber xemsariyê bûye

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîreta Navxwe ya Îranê ragihand ku teqîna li peravên Recaî ya Bender Ebbas ji ber xemsarî û tevgernekirina pîvanên ewlekariyê bûn.

Wezîrê Navxwe yê Îranê Îskender Mûmînî derbarê teqîna li pervên Recaî ya Bendera Ebbas ji televîzyona fermi ya Îranî re daxuyaniyek da.

Îskender Mûmînî destnîşan kir ku hinek ji berpirsên ku nasnameyên wan hatine diyarkirin, hatine binaçvkirin û got: “Xemsarî hebû, bi taybet derbarê bicihanîna rêbazên ewlekariyê û dîsa xemsariya aliyên parastina şaristaniyê heye.”

Li gorî daneyên herî dawî hejmara kesên ji ber teqînê jiyana xwe ji dest dabûn gihiştiye 65 kesî.