Karkerên paqijiyê: Di paqijkirina bajar de bi me re bibin alîkar

SILÊMANÎ/ROJNEWS

Gelek ji dikandar û xwediyên erebaneyên destan yên li nava bazara Silêmaniyê dema dibe êvar bermahiyên xwe li dû xwe dihêlin. Li ser vê yekê karkerên paqijiyê û berdevkê şaredariya Silêmaniyê daxwaz ji dikandar û xwediyên erebaneyan dikin ku piştî karê wan xilas bila bermahîyên xwe li cihekî kom bikin û bi wan re bibin alîkar.

Gelek ji dikandar û xwediyên erebaneyên destan yên li nava bazara Silêmaniyê kar dikin, piştî êvarî diçin malê bermahiyên xwe li cih de dihêlin û kom nakin. Li ser vê yekê karkerek paqijiyê û berdevkê şaredariya Silêmaniyê ji ajansa me re axivîn û xwestin dikandar jî di paqijkirina derdor de bi wan re bibin alîkar.

‘Qirêjiya berhemên xwe berhev bikin û bi me re bibin alîkar’

Li ser vê yekê karkereke paqijiyê ku nexwest navê xwe eşkere bike ji Rojnewsê re axivî û diyar kir ku ji saet 20:00’ê şevê heta 12:00’an ji bo paqijkirina qadê kar dikin û daxwaz ji dikandaran û firoşkaran kir ku qirêjî û paşmayên berhemên xwe berhev bikin, bixin nava kîsek û bi karkerên paqijiyê re alîkar bin.

Rojnews li ser vê mijarê xwe gihand Berdevkê Şaredariya Silêmaniyê Serdeşt Refîq.

‘Heta ber sibehê karê paqijiyê dewam dike’

Serdeşt Refîq anî ziman ku gelek kes hene li nava bazarê karê xwe yên rojane dike û got: “Mixabin paşmayên berhemên xwe li pey xwe dihêlin. Ev dikare li nava kîsan bên komkirin û paşê kampanyayên paqijiyê rabike.”

سەردەشت ڕەفیق

Berdevkê Şaredariya Silêmaniyê Serdeşt Refîq diyar kir karê paqijkirina rê û kolanan piştî 12’ê şevê destpê dike û car heta ber bi sibehê jî dewam dike. Serdeşt Refîq bang li dikandaran kir ku qirêjiyên xwe nexin nava qenalên ava qenalîzasyonan ji bo nexitime.

‘Divê cihên karê xwe paqij bigirin’

Serdeşt Refîq destnîşan kir ku divê welatî bajarê xwe biparêzin û got: “Ew kesên ku rojane kar dikin û ji bo debara xwe li kolana û ser rê kar dikin, divê wan kolanan jî paqij bigirin. Ji ber ku ev welat, welatê wane. Divê em di parastina vî jîngeyê de alîkariya hev bikin.”

‘Lijneyek tê avakirin û kesên derdor qirêj dikin wê bên cezakirin’

Herî dawî Serdeşt Refîq diyar kir ku lijneyek tê avakirin û lêkolîn derbarê ew dikandar û kesên kolanan qirêj dihêlin, bidin destpêkirin û pêwîst bike jî wê bi pere bên cezakirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye paqijkirina bajarê Silêmaniyê ji aliyê çend kampanyayên taybet ên kerta taybet ve tê kirin. Heman demê hejmara karkerên paqijiyê jî kême û hêza wan têrê nake ku erka xwe wek tê xwestin pêk bînin.

(eh)