Çavkaniya ava Subhan Axa zuha bûye

SEYÎDSADIQ-ROJNEWS

Guherîna avhewayê û kêm barîna baranan, bandorê li ser tevahiya Herêmê kiriye. Yek ji cihên ku bandorê lêkirî jî çavkaniya ava Gola Subhan Axa ye. Ji ber zuhabûna Subhan Axa zeviyên zêdetirî 200 cotkaran wêran bûye. Hejmarek projeyên hewzên masiyan jî ji ber nebûna avê hatine rawestandin.

Gola Subhan Axa li bajarokê Seyîdsadiq a parêzgeha Silêmaniyê ye. Sê çavkaniyên avê yên mezin hene, du çavkanî ji bo çandiniyê têne bikaranîn ya din jî çavkaniya ava vexwarinê ya Seyîdsadiqe. Niha yek ji van çavkaniyên ku ji bo karê çandiniyê dihat karanîn bi temamî hişk û zuha bûye. Niştecih û cotkarên herêmê li ser mijarê ji Rojnews’ê re axivîn.

Cotkar Selam Ebdulrehman diyar kir ku salên borî di vê golê de gelek av hebû, carna digihişt zêdetirî 3 metreyan, lê îsal ji ber kêm barîna baranê hişk û zuha bûye.

Selam Ebdulrehman got: “Av ji bo çandiniyê dihate karanîn. Nêzîkî 200 cotkar li ser vê avê zeviyên xwe av didin. Lê ji ber hişkbûnê piraniya zeviyên wan bûne dêmî. Me ti berhemek havînê îsal ne çandiniye. Li aliyê din her salên borî berhemên wek bacan, bamya, fasûliye, gulberoj dihate çandin.”

Welatiyek yê gundê nêzî Subhan Axa Şaxewan Walî li ser heman mijarê axivî û wiha anî ziman: “Ji bilî vê çavkaniya ku niha zuha bûye, du çavkaniyên din jî li gundê me hene. Piraniya ava vexwarinê ya bajarokê Seyîdsadiq dabîn dike. Her du çavkanî heta niha zuha nebûne, tenê kêm bûne. Ev çavkaniya ku zuha bûyî jî ji ber kêm barîna baranê wiha bûye. Ger di werza zivistanê de baran baş ne bare, di vê werzê de bi temamî zuha dibe.”

Şaxewan Walî destnîşan kir ku ev cara pênceme ku dibîne ev çavkanî bi temamî zuha dibe û got: “Ev çavkaniya avê ji bo çandiniyê tê bikar anîn. Di heman demê de xwezayek xweşik dide herêmê. Her wiha wek herêmek geştiyariyê ya girîng, di havînê de ciwanên ji sînor ji bo avjeniyê berê xwe didin vir. Lê îsal av pir kêm maye û di mehên pêş de ewê hîn zuhatir bibe.”

(fk)