Ji bo çi piştî PDK’ê Iraqê jî ambargo danî ser wargeha Mexmûrê?

NAVENDA NÛÇEYAN

Wargeha Mexmûrê piştî dorpêça PDK’ê, vê carê bi dorpêçek din ya Iraqê re rûbirûye. Iraq ji 10’ê Nîsanê ve rê nade kel û pel bikevin nava wargehê, rê nade karker biçin ser karên xwe û nasnameyên xelkê wargehê nû nakin. Gelo sedema sereke ya ambargoya vê dawiyê çiye û wê bandorek çawa bi xwere bîne?

Dema navê wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) tê gotin, yekser berxwedana dijî xeta xiyanetê, zilm, zordarî û êrişan tê bîra her kesê. Penaberên ku ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk neçarman ji warên xwe koç bikin, berê xwe dane Başûrê Kurdistanê. Ji roja penaberbûyîn heya îro, dijî wan êriş ne sekenîne. Xelkê penaber ku bi berxwedana xwe ya bê hempa, zêdetirî 30 salin têdikoşe, piştî dorpêç û ambargoya PDK’ê vê carê bi dorpêçek din ya Iraqê re rûbirûye.

Emê divê dosyayê de behsa pêvajoya penaberî, dorpêça PDK’ê, hewldanên Iraqê yên ji bo têlkirina derdora wargehê, êrişên dewleta Tirk yên piştî dorpêça ser wargehê, sedema sereke ya ambargoya vê dawiyê ya Iraqê, ji bo çi nasnameyên xelkê wargehê nayên nûkirin? Ji bo çi karker tên zivirandin? û ji bo çi Iraq rê nade kel û pelên avahîsaziyê bikevin nava wargehê? bikin.

Koçberiya ber bi Mexmûrê

Şêniyên wargehê piştî rêyek gelek dirêj a tije êriş, zehmetî û êşên jiyanê, li wargeha Mexmûrê bicih bûn. Ji sala 1994’an ve bi rêzê li wargehên Bihêrê, Şeraniş, Bêrsîvê, Geliyê Qiyametê, Etrûş, Nînova û Nehdaran mane. Di van wargehan de ji bilî êşên mezin ên jiyanê ku gelek zarok, pîr û jinan jiyana xwe ji dest dan, panaber bi gelek êrişan re jî rû bi rû man. Di van êrişan de jî gelek welatî hatin qetilkirin. Her wiha li wargehên Etruş, Geliyê Qiyametê û Nînovayê bi ambargoyan re rû bi rû man.

Koçberên Bakurê Kurdistanê di encama van rêwitiyên zor û zehmet de di sala 1998’an de li quntara çiyayê Qereçox a navçeya Mexmûrê ya ser bi Musilê bicîh bûn. Ji ber ku PDK’ê nehêla xelkê penaber li herêmên din yên Başûrê Kurdistanê bicih bibe, neçar man berê xwe bidin Mexmûra ku wê demê dibin dethilatdariya Sedam Hisên de. Di salên destpêkê de zehmetiyên gelekî dijwar dîtin û ava vexwarin û paqijiyê jî, bi zehmetî peyda kirin. Her wiha cihekî ku xwe bispêrin nebû û tenê ji ber dupişkan bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan.

Tevî hemû zor û zehmetiyan jî, koçberan li Mexmûrê jiyanek nû afirand, mal hatin çêkirin, saziyên rêveberî, şaredarî, perwerde, tenduristî, parastin û hwd. hatin avakirin. Di heman salê de (1998) ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) bi awayekî fermî wekî wargeha penaberan hat qebûlkirin.

Di dema êrişa DAIŞ’ê de xwe kirin mertal!

Di dema êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên ser Suriye û Iraqê de li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, beramberî êrişek muthemel tedbîr hatin girtin. Di çarçoveya van tedbîran de şêniyên wargehê ji aliyê Hêzên Parastina Wargehê ve ji wargehê hatin derxistin. Di 7’ê Tebaxê de jî çeteyan êrişî wargehê kirin. Li ser vê yekê Hêzên Parastina Wargehê û gerîlayên HPG’ê ku piştî êrişa li ser Şengalê ji bo parastinê hatibûn herêmê, berxwedanek mezin nîşan dan. Di encama berxwedana 3 rojan de, wargeh di 10’ê Tebaxê de ji çeteyan hat paqijkirin. Bi vî rengî cara yekemîn çeteyên DAIŞ’ê hatin têkbirin û xofa wan hat şikandin. Her wiha navçeya Mexmûrê hat rizgarkirin. Bi vî rengî metirsiya li ser Hewlêrê jî rabû. Serokê wê demê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî çûbû Mexmûrê û spasiya gerîla û xelkê wargehê yên ku DAIŞ’ê şikandin, kiribû.

Lê rêveberiya Barzanî vê yekê nedît û piştî sala 2014’an dest bi planên nû li ser wargehê kir. PDK piştî sala 2014’an bi dewleta Tirk re ji bo valekirina wargehê kete nava liv û tevgerê.

Dorpêça bi zexta dewleta Tirk destpê kir!

Di 17’ê Tîrmeha 2019’an de li dijî endamê MÎT’ê Osman Kose yê di Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya Hewlêrê kar dikir êriş pêk hat. Di êrişê de Kose û welatiyê Iraqê Nerîman Osman û welatiyê ji Hewlêrê Beşdar Ramazan hatibûn kuştin.

Di heman roja êrişê de (17 Tîrmeha 2019) Rêveberiya PDK’ê ambargo danî ser wargehê û rê neda ku tu kes ji wargehê biçe Hewlêrê. Ji xwe beriya êriş çêbibe, PDK ji bo rêgiriyê ketibû nava liv û tevgerê. Ji ber rêgiriyê, bi dehan nexweşên rewşa wan giran e, nekarîn biçin Hewlêrê.

Êrişên hewayî destpê kirin!

Rojek piştî wê ango di 18’ê Tîrmeha 2019’an de balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk a dagirker, wargehe bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de 2 şêniyên wargehê birîndar bûn.

Piştî dewleta Tirk û PDK’ê rê li xelkê Mexmûrê girt, kete nava hewldanên wargeh valekirinê. Bi gelek rêyên cûr be cûr xwestin wargehê vale bikin û îradeya xelkê wargehê bişkînin.

Iraq jî kete nava komploya dijî wargehê

Di 27’ê Kanuna 2021’an de Hêzên Iraqê ji nişka ve serê siharê xwestin bikevin wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr). Hêzên Iraqê xwestin derdora hemû wargehê têl bikin û bixin dorpêçê. Lê xelkê Mexmûrê hemberî vê rawestiya û nehêlan Iraq derdora wargehê têl bike.

Carek din hewldan derdora wargehê têl bikin

Di 20’ê Gulana 2023’yan de carek din leşkerên Iraqê danê siharê hewl dan bikevin wargehê û li derdora wargehê xendekan bikolin, têl bikin û bircan danin. Xelkê ku bi berxwedana xwe tê nasîn, carek din rabû ser xwe û li ber hewldanên dorpêçê rawestiyan. Dewleta Tirk û çapemeniya wê di ser nûçeyên xwe de li benda valekirina wargehê bûn, li gorî ku dewleta Tirk û çapemeniya wê, pêwîst bû wargeh di nava çend saetan de hatiba dorpêçkirin.

Şertê ewil valekirina wargehê bû!

Dewleta Tirk gefên av qutkirinê li ser Iraqê dida, şandeyên Iraqê serdana Tirkiyeyê dikirin, lê şertê Tirkiyeyê ya ji bo av berdanê, valekirina Mexmûrê bû. Dewleta Tirk heya roja îro jî dijî Iraqê avê û bazirganiyê weke çekek bikartîne.

Hêza ku di 20’ê Gulana 2023’yan de li ser navê Artêşa Iraqê danê siharê bi wesayîtên zirxî, polîs, leşkerên taybet, wesayîtên kar, berê xwe dan wargeha penaberan, bê ku guh bide xelkê Mexmûrê xwest bikeve nava wargehê û derdorê têl bike. Lê hêza berê xwe dayî Mexmûrê, rastî berxwedana xelkê penaber hat.

Jin, zarok, kal û pîr, bihezaran şêniyên wargehê danê siharê berê xwe dan seytereyê û rê li hêza ser bi Artêşa Iraqê girt. Leşkeran bi wesayîtên zirxî ketin nava liv û tevgerê û xwestin li dora wargehê, xendekan bikolin, bircan danin û têl bikin.

Girseya gel yekser xwe li wesayîtan kir mertal û nehêlan leşker bi pêş de biçin. Bi vê re leşkerên Iraqê xwestin çavê welatiyan bitirsîne û gule bi ser xelkê de barandin. Dema girseya gel vê helwesta Iraqê dîtin, bi hêrs bûn û bi keviran bersiva leşkerên Iraqê dan.

Di heman roja yekem de ango 20’ê Gulanê de, leşkeran vê carê rast rast gule berda xelkê wargehê, di encama êrişê de ciwanek birîndar bû.

Dijî dorpêçê 16 roj li ber xwe dan

Şêniyên Mexmûrê 16 roj dijî hewldanên dorpêçê bi şev û roj li ber xwe dan. Berxwedana xelkê Mexmûrê rê li hewldanên bi daxwaza dewleta Tirk û PDK’ê dihat kirin, girt. Wargeha Mexmûrê dibin sêwana Neteweyên Yekbûyî deye, lê NY tevî hemû êrişên ser wargehê jî bêdenge.

Ji 10’ê Nîsanê ve rê girtîne

Vê carê Iraq jî dijî xelkê wargehê ketiye nava liv û tevgerê, Iraq ji 10’ê Nîsana 2025’an ve nahêle ti kel û pelên avahîsaziyê bikevin nava wargehê, rê nade karker biçin bajarên Iraqê kar bikin û nasnameyên xelkê wargehê jî nû nakin.

Ambargoya vê dawiyê di çi astê deye?

Ev ambargoya Iraqê ya li ser xelkê wargehê di demek balkêş de pêkhat, di demek ku hewldanên ji bo çareseriyê li Tirkiye, Iraq, Suriye û Başûrê Kurdistanê dewam dikin, pêngavek wiha ya Iraqê gelek pirsan dixe serê mirov de.

Derbarê sedema dorpêç û ambargoya vê dawiyê ya Iraqê, ji bo çi nasnameyên xelkê wargehê nayên nûkirin? Ji bo çi karker tên zivirandin? û ji bo çi Iraq rê nade kel û pelên avahîsaziyê bikevin nava wargehê? de, Hevberdevkê Komîteya Têkiliyan Derve ya Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Bêwar Emîn agahî dan ajansa me.

‘Nasnameyan nû nakin’

Bêwar Emîn ewil behsa sedema nû nekirina nasnameyên xelkê wargehê kir û got; “Hikumeta Iraqê li ser nasnameyan dibêje qertên nasname çêkirinê di destê me de kêmin. Dibêjin berê Neteweyên Yekbûyî alîkariya dewletê dikir, lê niha NY karûbarên xwe yên ji bo penaberan daye rawestandin. Li gorî Iraqê hemû xerca tenduristî, nasname û binesaziyê ji aliyê NY dihat dayîn, lê niha NY ev xerc yan jî pere nade, lewma Iraq ne amadeye van pirsgirêkan çareser bike. Ji ber wê jî her diçe ev pirsgirêk kur dibe û çareser nabin. Pirsgirêka perwede tenduristi û şaredariyê jî hemû bi vê ve didin girêdan.”

‘Rê nadin torbeyek çîmento jî bikeve wargehê’

Bêwar Emîn derbarê nehiştina kel û pelan ya ji bo nava wargehê de jî got; “Iraq dibêje divê projeyên di nava wargehê de bên çêkirin ji mere bên gotin û bi destûra me be. Lê welatiyek bixwaze xaniyek jî ji xwere çêbike, astengiyan çêdikin, nahêlin kel û pel weke torbeyek çîmento jî ji bo malek were. Mesele ne projene.”

‘Karker ji karên xwe dibin’

Derbarê rêgirtina li karkeran de jî Bêwar Emîn dibêje; “Rewşa karkeran jî bi ne nûkirina nasnameyan ve girêdidin. Li Iraqê gelek hêzên cûda hene, gelek kes keyfî nêz dibin, lewma ev pirsgirêk derdikeve. Di rêyan de ji ber vê jî karker tên girtin û zivirandin. Yanî Iraq bi xwe nasnameyan nû nake, lewma pirsgirêk ji bo karkeran jî derdixe.”

‘Wê xelkê Mexmûr xwedî helwest be’

Li ser şandeya dawî ya Iraqê ku serdana Mexmûrê jî kiribû, Bêwar Emîn got; “Di hevdîtinan de dibêjin emê hewl bidin pirsgirêkan çareser bikin, lê pir dereng dikeve. Rewşa karkeran berçavan nayên girtin, karker ji ber ku nikarin biçin ser karên xwe ji karên xwe dibin. Eger pirsgirêk zû neyên çareserkirin, wê xelkê Mexmûrê helwesta xwe ya demokratîk raber bike.”

(rn)