Çiyayên Balekayetî bi berfê spî bûn

BALEKAYETÎ/ROJNEWS

Li Herêma Balekayetî berf bariya, çiyayên Balakeyatî bi berfê spî bûne û pileyên germahiyê bi awayek berçav nizm bûne.

Tevî werza Biharê ye, lê hîn jî berf dibare û dawî li ser mayê nehatiye. Li Herêma Balekayetî ya ser bi Hewlêrê, berf bariyaye û rêze çiyayên Helgurd, Derê Memru Qered û Biredebuk yên Herêma Balekayetî bi temamî ji berfê spî bûne.

Li gorî daxuyaniyek Rêveberiya Çandiniyê ya Çoman ya girêdayî Hewlêrê di nava 24 saetên borî de li navenda bajarokê Çoman 12.5 milî lître baran bariyaye.