QELADIZÊ-ROJNEWS
Ji ber kêm barîna baranê û qutkirina avê ji aliyê rejîma Îranê ve, ava Zêya Biçûk kêm bûye. Ev yek jî taybet li sînorê bajarokê Qeladizê metirsiyek mezin xistiye ser kertên çandinî, jîngeh, ava vexwarinê, dahata masî û ajalan.
Projeya Ava Xas ya li bajarokê Qeladizê, ji sedan 95’ê ava bajarok ku 21 taxan pêktê dabîn dike. Ji bo dabînkirina ava vexwarinê jî sud ji ava Zêya Biçûk tê wergirtin. Lê salane heman polîtîkaya Tirkiye, Îran jî dimeşîne. Îran her sal ava Zêya Biçûk digire. Ev jî dibe sedema kêmbûna avê û pirsgirêkan ji bo dabînkirina ava malan derdixe. Li gel vê barîna kêm a îsal jî metirsiyê zêde kiriye.
Derbarê metirsiyên kêmbûna ava Zêya Biçûk û bandorên wê yên rasterast li ser ava vexwarinê ya bajarokê Qeladizê ya ser bi îdareya Raperînê, her wiha metirsiyên kêmbûna ava Dûkan û ava vexwarinê ya bajarê Silêmaniyê, çalakvanên jîngehê û berpirsê rêveberiya avê ya Qeladizê ji Rojnews’ê re axivîn.
Çalakvanê Jîngehê Hacî Omer li ser mijarê wiha axivî: “Kêmbûn û hişkbûna ava Zêya Biçûk, bandorê li çandinî, jîngeh, ava vexwarinê, dahata masî û ajalan jî dike. Ji ber vê yekê, hemû kesên ku xwe dispêrin vê avê, ji metirsiyê baş agahdarin. Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê, biryara çêkirina Bendava Delge binirxînin. Divê gavên ciddî û rastî mezin werin avêtin. Ji ber ku ger neyê çêkirin di pêşerojê de dê bibe sedema karesatek mezin a jîngeh û mirovî. Bi taybetî jî li îdareya Raperînê.”
Hacî Omer dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku kêmbûna ava Zêya Biçûk bandorê li ser Bendava Dukan jî dike û domand: “Niha ava Bendava Dukan jî gelek kêm bûye. Ji ber ku çavkaniya ava Dukan li ser Zêya Biçûke. Bi vê ve girêdayî proeyên avê yên bajarê Silêmaniyê li ser ava Dukane. Ji ber vê yekê, ev ji bo hemû beş û kertan metirsiye. Metirsiyek gelek ciddiye ku bi salane qala wê dikin. Lê hikûmeta Herêmê heta niha ti pêngavek cidî ji bo telafîkirina kêmbûn û hişkbûna Zêya Biçûk ne avêtiye. Çavkaniya Zêya Biçûk ji Rojhilatê Kurdistanê derdikeve û Bendava Kolese li ser wê hatiye avakirin.”
Berpirsê Rêveberiya Avê ya Qeladizê Marif Mehmud jî li ser heman mijarê axivî û wiha pê de çû: “Îsal, ji ber kêmbûna baranê û hişkesaliyê, av ji salên berê kêmtire. Ji ber wê pêşbînî dikin ku pirsgirêk îsal zêdetir bin. Me amadekariyên xwe kiriye û bi berdewamî hewl didin ku îdareya avê bi awayekî çareser bikin. Ji bo em bikaribin krîza avê ya îsal derbas bikin.”
Marif Mehmud da zanîn ku niha kompanyayek şêwirmendiyê li ser çêkirina têlekê li pêşiya Projeya Ava Xas dixebite da ku asta avê bilind bike û got: “Her wiha tenê Bendava Delge heye ku mixabin hîn xebat li ser nehatiye kirin. Em hêvîdarin ku xebata vê bendavê di zûtirîn dem de were pêkanîn da ku îdareya avê di bin kontrola me de be.”
Çemê Zêya Biçûk li Rojhilatê Kurdistanê destpê dike û nêzîkî bajarê Serdeştê re derbas dibe. Rejîma Îranê li başûrê bajarok, di sala 2010’an de bendavek li ser rubar çêkiriye û ava rubar salane digire. Ava Zêya Biçûk jî diherike nav Bendava Dukan a Başûrê Kurdistanê. Ava Dukan sînorê Silêmaniyê û hinek deverên din di warê ava vexwarinê û çandiniyê de tîmar dike, lewma ev ragirtina avê ji aliyê rejîma Îranê ve metirsiyê çêdike.
Hêjayî gotinêye ku heman polîtîka ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve jî tê meşandin. Bi salane dewleta Tirk bi qutkirina avê, ji bo pêkanîna daxwazên xwe zext û gefê li Iraqê dike. Çêkirina bendavên nû ji aliyê dewleta Tirk ya dagirker li ser çemên Firat û Dîcleyê bûye sedem ku rêjeyeke pir kêm av bigihe Iraqê û bûye sedema qeyrana avê. Piraniya xelkê başûrê Iraqê jî ji ber ziwabûna rûbaran ji herêmê bi neçarî koç kirine. Zirarek mezin gihiştiye çandinî û aboriya Iraqê.
(fk)