Gelo wê îsal hikûmeta Iraqê tevayî genimê cotyarên Herêmê werbigre?

ROJNEWS-HELEBCE

Rêvbebirê Giştî yê Bazirganî û Pîşesaziyê yê Herêma Kurdistanê Newzad Şêx Kamil diyrakir ku hikûmeta Iraqê biryar daye îsal tevayî genimê cotyarên Herêma Kurdistanê wergire. Her wiha eşkere kir ku wê daketina nirxê dolar zêde bandorê li ser nirxê kelûpelan neke û daketina nirxê dolar demkiye.

Heftiyeke li Iraq û Herêma Kurdistanê daketinek berbiçav a nirxê dolar li beramberî dînarê Iraqê çêbûye. Lê vê daketina dolar ti bandorê li ser nirxê kelûpelan a li nava bazarê de nekirye.

Têkildarî daketina nirxê dolar û bandora wê li ser bazarê, her wiha çarenûsa genimê îsal yê cotyarên Herêma Kurdistanê, Rêvbebirê Giştî yê Bazirganî û Pîşesaziyê yê Herêma Kurdistanê Newzad Şêx Kamil ji ajansa me re axivî.

Newzad Şêx Kamil da zanîn ku daketina nirxê dolar dibe ku zêde bandorê li ser rewşa bazarê û nirxê kelûpelan neke û got: “Ji ber ev daketina nirxê dolar demkiye, dema ku demek dirêj daketina nirxê dolar berdewam kir, wê demê bandorê li ser rewşa bazarê dike. Ji berku niha kelûpelên ku bazirganan kirîne bi nirxê giran kirîne û hîna di bazarê de nefirotine. Lê ger dema daketina nirxê dolar demdirêj be wê nirxê pêdawîstî û kelûpelên nava bazarê jî dakevin.”

نه‌وزاد شێخ كامیل

Di dewamê de Newzad Şêx Kamil got ku ew berdewam çavdêriyê li ser rewşa bazarê dikin û dema dibînin bazirganek nirxê kelûpelên xwe li gor bazarê zêdetir kiriye, ceza didinê.

Têkildarî genimê îsal yê cotyarên Herêma Kurdistanê jî Rêvbebirê Giştî yê Bazirganî û Pîşesaziyê yê Herêma Kurdistanê Newzad Şêx Kamil got: “Sala borî li Kurdistanê hin zeviyên nû de genim hat çandin û ev rêje her berdewame. Îsal jî genimê ku li ber mereşeyan hatî avdan zêdekiriye û cûrê wê jî gelek başe. Ji ber vê wê ti pirsgirêkek ya kêmbûna genim li gor sala borî nebe. Salane ji bo ardê 10 mehan pêwîstiya me bi 750 hezar ton genim heye. Wezareta Bazirganiyê ya Iraqê biryar daye hemû genimê îsal yê cotyarên Herêma Kurdistanê wekî yê Iraqê wergire.”

(kş)