NAVENDA NÛÇEYAN
Kompanya Dana Gaz ragihand ku ji serê salê ve bi giştî 43 milyon dolar qezenc bi destxistine û got: “Li gorî heman demê sala borî, îsal ji sedan 13 qezenca darayî hatiye zêdekirin.”
Kompanya Dana Gaz bi daxuyaniyekê ragihand ku di nava 4 mehên destpêkê yên salê de asta hilberandina li Herêma Kurdistanê parastine.
Hate diyarkirin ku hilberandina rojane ya li bîrên Kormorê gihiştiye 525 milyon feet kup.
Her wiha Dana Gaz da zanîn ku li gorî sala 2017’an rêje ji sedan 75 zêdekiriye û piştevaniya hilberandina ji sedan 75’ê elektrîka Herêma Kurdistanê dike.
Dana Gaz destnîşan kir ku projeya berfirehkirina Kormor dê di çaryeka yekem a 2026’an de dest bi xebatê bike. Piştî destpêkirinê, tê payîn ku 250 milyon feet kûp kapasîteya hilberîna enerjiyê zêde bike.
Herî dawî Dana Gaz got: “Ji serê salê ve bi giştî 43 milyon dolar qezenc bi destxistine. Li gorî heman demê sala borî, îsal ji sedan 13 qezenca darayî hatiye zêdekirin.”
(fk)