‘Bermahiyên herî girîng yên civak pê tên nasîn, çandiniya wê civakê ye’

JIYAN PÎRAN-ARMANC HEREKOL

Ciwanê bi navê Yusif ku 6 salin li navçeya Mexmûrê bi çandina dar û gulan re mijûl dibe got: “Çandina şînatî û daran yek ji berhemên girîng yên vê civakê ne. Dirêjiya temenê darên her welatekê ji bo wî welatî berhemek girînge. Ez dixwazim, em metre bi metre axa Kurdistanê bi dar û gulan bixemlînin.”

Yusif Rizgar yek ji nîştecihê navçeya Mexmûrê ya ser bi parêzgeha Mûsilê ye. Yusif piştî ku dibistana amadeyî diqedîne, ji bo hişyar kirina civakê ya di aliyê parastina jîngeh û berfirehkirina qada şînkahiyê de dest bi çandina hinek cûrên dar û gulan dike. Gav bi gav hewl dide baxçeyên xwe di aliyê cûrên gul û daran ve dewlemend bike.

Yusif Rizgar têkildarî vê karê xwe de ji ajansa me re axivî û diyar kir, ji bo civakê teşwîqê çandiyên bikin, pêwîstî pê heye ku demê xwe yê vala bi çandiyê re mijûl bibin.

‘Wan ber bi çandiniyê ve bibim’

Yusif Rizgar beriya 6 salan bi hêviyek mezin dest bi çandina dara hêjîr û tûyan dike. Yusif ne ji bo bi destxistina aboriyê, ji bo hişyar kirina civakê ya di aliyên çandiyên de bi vî karî re mijûl dibe. Wek bi xwe dibêje: “Çandina daran eleqeyek mezin dixwaze, pêwîste ji nexweşiyan werin parastin û di aliyên avhewayê de cihek guncaw ji wan re were dabîn kirin. Lê mixabin li navçeya Mexmûrê pirsgirêka sereke ave, ji bo wê jî di aliyê çandiniyê de zorî tê jiyankirin. Ez dixwazim bi vî karê xwe civaka xwe di aliyê çandina dar û şînatiyan de şiyar bikim û wan ber bi çandiniyê ve bibim. Di gelek civakan de bermahiyên herî girîng yên ku ew civak pê tên nasîn çandiniya wê civakê ye. Ez dixwazim em metre bi metre axa Kurdistanê bi dar û gulan bixemlînin. Hem dîmenek xweş, hem jî bermahiyek başe ji bo civaka me.”

‘Ez dixwazin bibim çavkaniyek’

Di berdewama gotinên xwe de Yusif da xuyakirin ku ew dixwaze bi şînatiyan re mijûl bibe, wan nas bike û cûrên şînatiyên di destê xwe de zêde bike. Yusif got: “Ez dixwazin bibim çavkaniyek ji bo kesên dixwaz çandiniyê bike û van gulên ku ez dikim şîtil ji wan re bikim diyarî. Baxçeyê min ji aliyê derdor ve rastî eleqeyek mezin tê. Ez piranî şitil û tovan ji bajarên Iraq û Herêmê digirim. Lê ji ber ku em di herêma bi nakok (140) de jiyan dikin, di her du aliyan de jî ji bo me pirsgirêk tê derxistin.”

Yusif da zanîn ku axa vê herêmê bi xwê ye gelek şînatî li vê herêmê şîn nabin, pêwîste kesên çandiyên dike eleqeyek mezin nîşanî bide û wiha pê de çû: “Ger em bixwazin civakê di aliyê çandiyê de pêşbixin bi kesekê du kesan nabe. Pêwîste civak di vî alî de were pêşxistin û hikûmet jî bibe alîkar. Encex bi wê em dikarin navçeyek şîn û ciwan çêbikin. Em dikarin bi çandiniya şînatiyan dîmeneke mîna Şeqlewa li vir jî bibînin. Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji navçeya Mexmûrê gelek şîntire. Ez destxweşiya wan dikim, gelek girîngî bi çandiyê didin.”

‘Ez girîngî bi zêde cûriya şînatî û daran didim’

Yusif Rizgar wiha dawî li gotinên xwe anî: “Ez girîngî bi zêde cûriya şînatî û daran didim. Her darek û gulek sê-çar cûrên wê li gel min hene. Di nava van rojên derbazbûyî de toz û bayek bihêz hat, tevahî şînatiyên heyî di nava tozê de man. Beriya vê tozê baxçeyên min gelek xweşik û rengîntir bû. Peyama min ji bo giştî gelê Kurd ewe ku em girîngî bi çandiniya şînatiya bidin. Ji ber ku çandiniya şînatî û daran yek ji berhemên girîng yên vê civakê ne. Dirêjiya temenên darên her welatekê ji bo wî welatî berhemek girînge.”

(fk)