ŞERAZÛR-ROJNEWS
Qerexerman yek ji xwarinên Kurdewarî ye ku ji aliyê welatiyan ve weke xwarineke xweş û bi tam tê zanîn. Niha li Şarezûrê werza amadekirina vê xwarinê ye û cotkar çêkirina xwarina qerexermanê ve mijûlin.
Xwarina qerexerman li piraniya deverên Herêma Kurdistanê tê çêkirin. Dema çêkirina wê, li gor rewşa hewayî û avhewaya deveran tê guhertin. Dema ku dendikê genim kes û nerm be, qerexerman bi awayekê xweşik derdikeve.
Dema ku em çûn gel Soran Mihemed, ew bi şewitandina genim û çêkirina qerexerman ve mijûl bû û bi vî awayî behsa qerexerman ji me re kir; “Hemû cûrên genim ji bo çêkirina qerexerman guncawe. Ya pêwîste ewe ku tenê ûşiyê genim mezin û xweşik be. Beriya ku dendikê nerm yê di nav ûşî de bibe genim û req nebe, dema ku herî guncaw ji bo çêkirina qerexerman ew deme.”
Her wisa Soran Mihemed bi van gotinan behsa çawaniya çêkirin an amadekirina qerexerman kir; “Piştî ku genim hat dirûn, nêzî çend saetan li ber tavê tê hiştin. Piştre dest bi şewitandina wî genimî dikin. Lêbelê ew kesê ku genim ji bo bibe qerexerman dişewitîne divê xwedî ezmûn û tecrûbeyeke baş be. Dema ku hinek germ bû divê bilezûbez agir bê vemirandin. Ji ber ku dema tê şewitandin, ji ber ku li ber rojê hişk bûye lewra eger agirê wê zû neyê temirandin, genim dişewite.”
Di dawiyê de Soran Mihemed wiha got; “Dema ku genim ji bo çêkirina qerexerman tê hişkirin, piştre ji bo paqijkirinê ji bo aş tê birin. Li aş bi awayek baş tê paqijkirin û êdî ji bo xwarinê amade ye. Qerexermana Kurdewarî tam û çêja wê gelek xweş û taybete. Gelek cudahî digel qerexermana Kurdewarî û ya li bazarê tê firotin heye. Ji ber ku qerexermana Kurdewarî bi awayek xwezayî û bi dest tê çêkirin, ne weke yê endustriyê madeyên cuda di nav de ye.”
Her wiha Faris Fayeq ku li gundê Kewçiktaş yê herêma Şarezûr cotkariyê dike, salane qerexerman çêdike û di vê derbarê de ji ajansa me re axivî û got: “Her sal em ji bo xwarina xwe qerexerman amade dikin. Xwarineke başe û piraniya xelk jê hez dike. Ev qerexermana ku em bi destê xwe çêdikin taze, paqij û dîmenê wî gelek bedewe. Tam û lezeta wê gelek taybet. lewma em her sal qerexermanê amade dikin.”
(wd)