ŞENGAL/ROJNEWS
Piştî 11 salan cara yekeme Qewal ji Laleşê serdana Şengalê kirin. Qewal piştî ‘Tawisa Şêxadî’ li ber Qûbba Şerfedîn mohr kir şûnde, gund bi gund dest bi ‘Gera Tawis’ dike. Hatina Qewalan ji bo Şengalê bû sedema kêfxweşiyê û peyama Şengal aram û ewleye da.
Piştî Şengal ji aliyê gerîla û şervanan ve hate rizgarkirin heya niha Şengal di pêvajoya ji nû ve avakirin û vegerê de ye. Hîn ev pêvajoya ji nûve avakirinê ya pir alî li Şengalê dewam dike. Li gel ji nûve avabûnê, Êzidî careke din li Şengalê dest bi pêkanîna rêûresmên xwe yên olî jî dikin.
Piştî 11 salên fermanê cara yekêye dîsa li Şengalê Qewal ji Laleşê serdana Şengalê dikin û rêûresma ‘Gera Tawisa Şêxadî’ pêktînin.
Dema Qewal tên Şengalê bi rêûresmên olî destpêkê serdana Mezargeha Şerfedîn dikin û Tawisa Şêxadî mohr dikin. Piştî mohrkirinê gund bi gund digerin. Bi lêxistina def û şababê û gerandina rîtûelên olî serdana xwe pêktîne. Ji vêya re jî têgotin, ‘Gera Tawisa Şêxadî’.
Ji ber piştî fermanê cara yekemîne Gera Tawis li Şengalê pêktê û qewal tên nava gel digerin, ji aliyê xelkê Êzidî ve bi kêfxweşî û coş hate pêşwazîkirin.
Gera Tawisa Şêxadî îro li komelgeha Zorava ya Şengalê bû, wê her roj li gundekî bigere.
Gera Tawisa Şêxadî peyam dide Êzidiyan ku Şengal aram û ewleye, êdî jiyan lê vegeriyaye.
(me/ eh)