Şaredariya Gel a Sinûnê bi derfetên kêm daxwaz û pêşniyarên gel pêktîne

ŞENGAL-ROJNEWS

Şaredariya Gel a Sinûnê ku timî ji bo xizmeta gel di nava liv û tevgerê de ye, li derveyî kar û projeyên giştî, bersiva daxwaz û pêwîstiyên gel jî dide. Şêniyên Sinûnê ku daxwaz ji şaredariya dewletê kirin, bi daxwaza wan ve ne hat, şaredariya Gel bersiva daxwaza wan da û ew jî destxweşî kirin.

Şaredariya Gel a Sinûnê tevî hemû derfetên kêm jî, di xizmeta gel de texsîr nake û bersiva hemû daxwaz û pêşniyarên gel dide.

Şêniyên taxên Sinûnê ku ji ber rêyên xirab yên nava kolanan de bi gazindin, gelek caran serî li şaredariya dewleta Iraqê dan, lê ew vê daxwaza gel red kirin û diyarkirin ku wê nekarin çêbikin.

Piştî redkirinê şêniyên Sinûnê ji bo çêkirina rêya herî xirab a nava Sinûnê de serî li Şaredariya Gel dide. Şaredariya girêdayî Rêveberiya Xweser îro dest bi çêkirina rê kir.

Şêniyê taxê û rojnamevan Îsa Ribêdî ku sipasiya şaredariya gel kir, rexne li şaredariya dewletê kir ku guh nade daxwazên gel.

Îsa Ribêdî têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û wiha got: ‘‘Îro ji heftê sibehê ve şaredariya gel rêya taxa me çêdike. Ev rê rêya herî xirab a mirov nedikarî têde bimeşeye. Em gelek spasiya wan dikin ku bersiva daxwazên me da. Ne tenê vê carê gelek carên din jî daxwazên me bicîh anîne. Ev karê wan wê dewam bike û rêyên di navbera kolanan de çêbikin. Me ji ya dewletê re got, ew gotin ev nakeve çarçoveya karê wan û wê nikaribin çêbikin. Lê şaredariya Rêveberiya Xweser a li ser vê karê pîroz sekinî. Me berê jî ji bo çend rêyên din ji şaredariya Rêveberiya Xweser re got, hatin çêkirin.”