Emerîka û Erebistana Siûdî peymaneke çekan îmze kirin

NAVENDA NÛÇEYAN

Emerîka û Erebistana Siûdî ragihand ku wan peymaneke dîrokî ya çekan, bi nirxê 142 milyar dolar îmze kir. Ev peyman weke  peymana ‘herî mezin di dîrokê de’ hate pênasekirin.

Koşka Spî ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYA) û Erebistana Siûdî mezintirîn peymana çekan di dîrokê de îmze kir.

Koşka Spî diyar kir ku peymana hatiye îmzekirin bi nirxa 142 milyar dolare û bi ‘mezintirîn girêbesta di dîrokê de’ pênase kir. Hate diyarkirin ku wê bi rêya vê peymanê amûrên şer ên herî pêşketî ji bo Erebistana Siûdî bê dayîn.

Reutersê li ser zimanê du çavkaniyan diyar kir ku Riyad û Washingtonê li ser gengaziya kirîna Siûdî ji balafirên şer ên F-16 nîqaş kir.

Welî Ehdê Siûdiyê Mihemed Bin Selman û serokê Amerîkayê Donald Trump belgeya hevkariya aborî ya strarejîk îmze kir.