‘Banga Rêber Apo serkeftin bi xwe re anî, pêvajo jî wê serbikeve’

QELADIZÊ-ROJNEWS

Çalakvan Elî Qadir diyar kir ku berpirsyariyên ku li ser PKK’ê û Rêber Apo bûn niha hemû hatin cîbicîkirin û dora dewleta Tirke ku gavên pratîk bavêje û got; “PKK’ê kengî di xwenûkirinê de gavek avêtibe, tim di berjewendiya netewî a gelê Kurd de ye.”

12’ê Gulanê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) encamnameya Kongreya xwe ya 12’emîn eşkere kir, ku di çarçoveya banga “Aştî û Civaka Demokratîk” ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, di navbera rojên 5-7’ê Gulanê de lidar xist û tê de, xwefesixkirina xwe û dawî li têkoşîna çekdarî û hemû xebatên binavê PKK’ê anî.

Çalakvanê siyasî yê devera Raperînê Elî Qadir di hevpeyvîneke bi ajansa me Rojnews’ê bersiva komek pirsên derbarê encama Kongreya 12’emîn a PKK’ê û çendîn mijarên din yên girîng ên girêdayî vê pêvajoya çareseriyê ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin da.

Rojnews: Hûn Kongreya 12’mîn a PKK’ê çawa dinirxînin?

Elî Qadir: Piştî 47 sal ji xebata çekdarî armancên xwe pêk anîn û li ser bana sedsalê biryara xwefesixkirinê da. Ev ji bo gelê Kurd gavekî dîrokî û girînge û nîşanderê wê yekê ye ku xebat û têkoşîna 51 salên borî gihiştiye encamê. Îro jî ku dewleta Tirk neçar kiriye ku were nav vê pêvajoya çareseriyê ku ev yek jî ji bo PKK’ê bi xwe û azadîxwazan serkeftineke mezine.

Rojnews: Zêdetir ji nîv sedsalekê ye PKK xebat û têkoşînê dike û di vê rêyê de bi hezaran şehîd dane, Kurd ji tunebûnê aniye hebûnê. Niha erkê kê ye ku vê qonaxê dirêj bike?

Elî Qadir: Di banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya Rêber Apo de komek xal hebûn ku yek ji wan xistina çarçoveya zagonê ye. Jiber ku di salên borî de dewleta Tirk madeyek destûrî çêdikir ji bo ji holêrakirina “teror” û qirkirina wê. Êdî di bin her çi navî de be jî, ev yek piranî ji bo PKK’ê dihat kirin û yek ji biryarên herî giran bû ku li ser gelê Kurd hatiye sepandin. Niha jî bi hezaran kes di girtîgehên Tirkiyê de ne.

Raste ku niha PKK’ê biryara xwefesixkirin û çekdanînê daye, ew jî nayê wê wateyêku êdî xebat û têkoşîn bidawî bû. Belkû ew xala peyama sedsalê ye ku dibêje qanûnîkirina proseya aştî û mafê gelê Kurd ku divê di nav Parlamentoya Tirkiyê de destûr bê guhertin, Tirkiye bê hilweşandin, carekî din destûr jinûve bê nivîsandin û mafên Kurdan tê de bên diyarkirin. Her wiha divê Tirkiye jî ber bi Tirkiyeke demokratîk ve gavan bavêje.

Rojnews: PKK erkê xwe bi cih anî û biryara rawestandina têkoşîna çekdarî daye, niha çi erk dikeve ser dewleta Tirk?

Elî Qadir: Êdî erkê Tirkiyê ye ku vê pêvajoyê bixe çarçoveya destûrî, ji bo hilweşandina destûrê û jinûve danana wê di Parlamentoya Tirkiyeyê de divê ligel DEM Partiyê kar bikin. Her wiha divê ji bo qanûnîkirina PKK’ê û ji bo civakeke demokratîk û wekhev ew xebata ku çendîn sale PKK’ê têkoşîn jê re kiriye zemînê wê were avakirin. Her wiha ji bo azadiya Rêber Apo û hemû girtiyên siyasî gavên pratîk bên avêtin.

Rojnews: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo ku ew bixwe pêvajoyê birêve bibe, di roja me ya îro de çiqas girînge?

Elî Qadir: Dewleta Tirk di 15’ê Sibatê de ku Komploya Navnetewî pêk anî, bi wê armancê bû ku PKK bitemamî tune bike. Lê PKK her tim di xwenûkirinê de ye, li ser biryara Rêber Ocalan xebat û têkoşîna xwe domandiye ku heta îro Tirkiye neçar kiriye bê nav pêvajoya aştiyê.

Rêber Ocalan ji wê yekê bawere ku dikare atmosferekê ji bo Tirkiyê ji aliyê siyasî û demokrasiyê ve çêke û pêvajoyekê pêş bixe ku îro cîhan daxwaz dike. Azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan ne tenê girînge, belkî zerûreteke, ku yek ji mercên xwefesixkirina PKK’ê ji bo ku Rêber Apo bi xwe pêşengtiya vê pêvajoyê û bigehîne encamê.

Rojnews: Erkê gel dê çi be? Gel çawa dikare bibe temamkerê gavên pêvajoya çareseriyê?

Elî Qadir: Ew tiştê ku îro pêwîste bê kirin ewe ku gel piştgiriya vê pêvajoyê bike. di 100 salên borî de helwesta dewleta Tirkm ya li dijî Kurdan me dîtiye ka çawa ye. Lewma êdî erkê gelê Kurde ku piştgiriya biryarên 12’mîn Kongreya PKK’ê bike û serkeftina wê teşwîq bike.

Rojnews: Bi destpêkirina guherînên Rojhilata Navîn, gelê Kurd bi vê gava PKK’ê dikare çi bi dest bîxe?

Elî Qadir: Her ji bingehê de diyar bû peyama sedsalê ya Rêber Apo, peyama serkeftinê bû. Lewma dibe sedsala têkoşîn û serkeftina gelê Kurd. Ew rastiyeke, heta ku pirsgirêka Kurd li Bakurê Kurdistanê çareser nebe, Kurd li parçeyên din jî pêş nakevin. Ji ber ku li Bakurê Kurdistanê biryara parçekirinê hatiye dayîn. Çawa ku peyama sedsalêê peyama serkeftinê ye û bi baweriyeke mezin dê ev pêvajoye jî serkeftî be. Dê ji gelê Kurd re bibe gaveke girîng ku ber bi serkeftineke yekcarî ku sed salin Kurd têkoşînê jê re dike, diçe.

Rojnews: Di rewşa her geşedanekê de, kî dê berpirsiyarê têkdana pêvajoya aştiyê be?

Elî Qadir: Pêvajoya aştiyê netenê di navbera PKK û Tirkiyê de ye, belkî dewletên bihêz yên cîhanê, partiyên Başûrê Kurdistanê û Iraqê beşdarî vê pêvajoyê ne. Eger her gaveke nexwestî ji aliyê Tirkiyê ve li hemberî wê pêvajoyê bê avêtin, wê Tirkiye ji vê yekê berpirsyar be. Ji ber ku ew berpirsiyariyên ku li ser PKK û Rêber Ocalan bûn, hatine bicîkirin û pêkanîn.

Rojnews: Peyama we li ser tevahiya  pêvajoya çareseriyê çi ye?

Elî Qadir: Li ser tevahiya pêvajoya çareseriya aştiyane, ez pîrozbahiyê li malbatên şehîdan, civaka azadîxwaz û tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurd dikim. Daxwaza min ku tu kes di aliyên cuda de nenirxîne û pir bibawer bin ku PKK biryareke wisa nade ku di berjewendiya gelê Kurd de nebe. Ji ber ku hemû biryarên guhertinên dîrokî yên PKK’ê di berjewendiya gelê Kurd de ne.

(wd)