NAVENDA NÛÇEYAN
Di bîranînên DKTM’ê hatin lidarxistin de hate destnîşankirin ku ewê xwedî li nirxên ku afirînerên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn derbikevin.
PKK’ê di danezana 12’emîn Kongreya xwe de ragihand ku ji kadroyên pêşeng ên partiyê Alî Haydar Kaytan di 3’yê Tîrmeha 2018’an de û Riza Altûn jî di 25’ê Îlona 2019’an de şehîd bûne. Li bajarên li Cenevre û Solothurnê sersaxî û bîranînên ji bo Kaytan û Altûn dewam dikin.
Cenevre
Bîranîna ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê di şexsê Alî Haydadr Kaytan û Riza Altûn de hate lidarxistin, ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Endamê Komîsyona Malbatên Şehîdan Îbrahîm Yuksel, got ku ewê xwedî li nirxên ku Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn afirandine, derbikevin û piştre helbesta Alî Haydar Kaytan a “Ez Mirovbûm” hate xwendin.
Di bîranînê de sînevîzyona ku ji vegotinên Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn pêk dihat, hate pêşandan.
Di dawiya bîranînê de peyama Rêber Apo ya ji bo Kaytan û Altûn hate xwendin.
Solothurn
Kurdistaniyan li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Solothurnê ji bo bîranîna kadroyên pêşeng ên PKK’ê Kaytan û Altûn çalakî lidarxistin.