NAVENDA NÛÇEYAN
Qeymeqamê Şêxan ragihand ku li navçeya Kelekçî ya li sînorê parêzgeha Dihokê, ciwanek birayê xwe û hevserên du biryarên xwe qetil kir.
Li gorî agahiyên Qeymeqamê Şêxan Serdar Şêx Yehya ragihandî, li navçeya Kelekçî ya li sînorê parêzgeha Dihokê, ciwanek ji malbata xwe 3 kesan qetil kir.
Hate diyarkirin ku kujer du hevserên birayên xwe yên bi navê ‘D-C-Ş’ ya 25 salî û ‘S-E-Ê’ ya 25 salî qetil kir. Her wiha birayê xwe yê bi navê ‘L-Ê-Ê’ yê 32 salî jî qetil kir.
Serdar Şêx Yehya da zanîn ku kujer piştî buyerê reviyaye û hîna nehatiye binçavkirin. Polîs û hêzên asayîşê lêkolîn û lêpirsîn dane destpêkirin.
(fk)