SILÊMANÎ/ROJNEWS
Mamostaya zimanê Kurdî Sureya Heme Elî da zanîn ku sedema windabûna zimanê Kurdî ya di nava ciwanan de, rola malbat û navendên xwendinê ne, divê dayik di dema danûstandinan de peyvên biyanî bikar neyînin.
Ziman nasname û bingeha her neteweyekê ye û yek ji sedema zindîmayîna neteweyane. Ji bo vê bi sedan sale dijminên Kurdan hewl dane zimanê Kurdî ji holê rakin. Derbarê giringiya ziman de mamostaya zimanê Kurdî Sureya Heme Elî ji ajansa me re axivî.
Sureya Heme Elî destpêka axaftina xwe de balkêşa ser sedema windabûna zimanê Kurdî ya di nava ciwanên Başûrê Kurdistanê de û wiha pêde çû; “Sedema windabûna zimanê Kurdî ya di nava ciwanan de, xwe dispêre rola malbat û navendên xwendinê. Ji ber ku zarok desptêkê di nava malbatê de guh didin ziman. Herwiha perwerdekirina zarokan ya ji aliyê dayikan ve xwedî rolek mezine, nabe bandora zimanê biyanî zêdetir be û tevlî peyvên Kurdî bibin. Beşek ji dibistanên taybet ji bo zimanê Kurdî bûne pirsgirêk, ji ber ku di dema mijaran de Kurdî paşguh dixin. Ev jî dibe sedem ku hîn zêdetir zimanê biyanî serdest be.”
Derbarê tedbîrên ji bo parastina zimanê Kurdî de Sureya Heme Elî dibêje; “Divê aliyên peywendîdar û Wezareta Perwerdeyê bi biryarek xwendina zimanê Ingilîzî heya dibistana seretayî 3 rawestîne da ku zarok baştir bikarin bi zimanê Kurdî bi axivin. Herwiha malbat di dema teedîlê de yekser zarokên xwe ji bo fêrbûna zimanên biyanî neşînin, tevî vê jî dayik di dema danûstandinê de bi zarokên xwe re Kurdî bi axivin, ji ber ku dayik gelek caran bi peyvên biyanî zarokên xwe re di axivin û ev yek jî bandorê li ser zarokan çêdike.”
Di dawiya axaftina xwe de mamostaya zimanê Kurdî Sureya got; “Çavê dagirkeran li ser xaka Kurdistanê ye, ji bo vê Kurd jî Kurdistan bi ser çar parçeyan hatiye parçekirin. Ji bo ku Kurd bi zimanê xwe azad bi axivin, gelek şehîd dan, lê em niha bi xwe vê destkeftiya xwe ji holê radikin. Malbat zarokên xwe fêrî zimanê Kurdî nakin, tevî vê jî bi rêya rêze filman û teknolojiyê zarok çanda biyanî fêr dibin. Ji bilî ziyanê, di heman demê de ev yek dibe sedema xirabûna civakê jî.”