Li Îranê salane ji ber qirêjiya hewayê, 50 hezar zarok jiyana xwe ji dest didin

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê ragihand ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê salane ji ber qirêjbûna hewayê, 50 hezar zarok jiyana xwe ji dest didin.

Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Mihemed Reza Zeferqendî, di 19’emîn Festîvala Perwerdeyê ya Zanîngeha Zanistên Bijîşkî ya Şehîd Beheştî gotarek pêşkêş kir.

Mihemed Reza Zeferqendî ragihand ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê salane ji ber qirêjbûna hewayê, 50 hezar zarok jiyana xwe ji dest didin.

Her wiha destnîşan kir ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê salane di encama qezayên trafîkê de 30 hezar kes jiyana xwe ji dest didin.

Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê eşkere kir ku yek ji pêşîneyên kerta tenduristiyê, ewe ku derbarê sedemên qirêjiya jîngehê kêm kirinê de, hişmendiya gel bilind bike.

Mihemed Reza Zeferqendî got: “Wezareta me bi kêmbûna xizmetguzarî û qeyranek darayî re rû bi rû ye.”

(fk)