Li Silêmaniyê 1’emîn Kongreya Hevgîrtîna NADA’yê tê lidarxistin

NAVENDA NÛÇEYAN

Sibe li parêzgeha Silêmaniyê 1’emîn Kongreya Hevgîrtîna NADA’yê bi sernavê ‘Bi Şoreşa Jinê Ber bi Civakek Demokratîk ve’ dê bi dirêjiya sê rojan were lidarxistin. Di kongreyê de tê payîn qala rola damezrîner a jinan ya di têkoşînên demokrasî û azadiyê ya herêmî de bê kirin.

Bi pêşengtiya Tevgera Jinên Demokratîk û Azad de 1. Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê, di navbera 31’ê Gulanê û 2’yê Hezîranê de li Amed a Bakurê Kurdistanê, bi beşdariya 250 nûneran ji 26 welatên Rojhilata Navîn, Bakurê Efrîqayê û welatên Ereban hate lidarxistin. Her wiha Înîsiyatîfa ji bo Ewlehî û Aştiyê, Têkoşîna li dijî Dagirkerî û Komkujiya Jinan, di 30-31’ê Tîrmeha 2021’an de li Beyrût a paytexta Lubnanê 2’yemîn Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê bi dirûşmeya ‘Emê bi Yekîtiya Jinan Şoreşa Demokratîk Pêkbînin’ li darxist.

Wekî berdewamiya vê pêvajoya dîrokî, sibe li Silêmaniyê 1. Kongreya Hevgîrtîna Hevgîrtîna Koalîsyona Jinên Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê (NADA) bi sernavê ‘Bi Şoreşa Jinê Ber bi Civakek Demokratîk ve’ dê bi dirêjiya sê rojan were lidarxistin.

Tê payîn ku di kongreyê de bal bê kişandina li ser rola damezrîner a jinan ya di têkoşînên demokrasî û azadiyê ya herêmî de.

Bernameya Kongreyê wiha ye:

Roja yekem 15’ê Gulanê: Gotûbêjên Teorîk

09:00 – 09:30 Qeydkirina beşdarbûnê

09:30 – 09:45 Axaftina Rêxistina Malavaniyê – Kinêr Abdullah

09:45 – 10:00 Axaftina vekirinê (Komîteya Amadekar) – Buşra Elî

10:00 – 10:20 Peyamên pîrozbahiyê

10:20–10:35 Sînevîzyon: Têkoşînên jinan ên herî girîng li herêmê di navbera salên (2021-2025) de

10:35 – 10:50 Navbereke biçûk

10:50 – 12:30 Rûniştina yekem: Şerê Cîhanê yê Sêyemîn:

  • Qirkirineke Veşartî li Dijî Jinan
  • Moderator: Rajaa El-Dahmanî

ـ Qonaxên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li Herêmê (15 deqe) – Hacer Özdemîr

ـ Modela dewlet netewe li herêmê û nebûna demokrasiyê: Organeke şerê serdestiya baviksalarî li dijî jinan (15 deqe) – Sema Bekdaş

ـ Îslama siyasî ya serdestiyê: Amûreke şer li ser laşê jinan (15 deqe) – Esma Kaftaro

ـ Rewakirina sîstema baviksalar ji bo qirkirina jinan bi rêya şerê qanûnî li dijî wan (15 deqe)-Buşra Abu El-îs

ـ Bandorên wêrankirina jîngehê bi destê sîstema kapîtalîst a cîhanî li ser jin û civakan (15 deqe) – Afaf Gattaşa

12:30 – 01:30 Gotûbêjên rûniştina yekem

01: 30 – 02:00 Navbera çay û qehweyê

02:00 – 03:15 Rûniştina Duyem:

Mîrateya Têkoşîna Jinan li Herêmê

Modêrator: Dr. Encêla Al-Muammarî

ـ Dîroka Jinan û Nirxên wan yên Civakî (15 deqe) – Rojda Yildiz

ـ Rola jinan di pêşxistin û parastina mîrateya zimanî, çandî û civakî de (15 deqe) – Besî Şamarî

ـ Têkoşîna jinan di sedsala 21’mîn de: zehmetî û derfet (15 deqe) – Xedîce El-Huseynî

– Rastiya Jinên Kurd li Başûrê Kurdistanê (15 deqe) – Kinêr Abdullah

03:15 – 04:00 Gotûbêjên rûniştina duyemîn

04:00 – 05:30 Navbera xwarinê

05:30 – 07:00 Şeveke hunerî (Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê

Roja Duyemîn 16’ê Gulanê: Gotûbêjên pratîkî û asoyên çareseriyê

10:00 – 12:00 Rûniştina Sêyem: Komxebat

Xebatê Jinan (Zehmetî û Derfet)

ـ Astengiyên sereke û derfetên li pêşiya rûniştandina xebatên hevbeş a jinan çi ne? – Nûbahar Mustafa û Dr. Hîbe Haddadîn

ـ Rola rêxistinên civaka sivîl di têkoşîna jinan de – Umeyme Qutabî û Hanan Osman

ـ Girîngî û tekeziya hevgirtinên jinan li hember neoliberalîzm û hevgirtinên baviksalar ên serdest ên dijminên jinan – Dr. Abîr Hassaf û Selwa Gîga

ـ Girîngî û tekeziya avakirin û xurtkirina mekanîzmayên xweparastinê ya jinan li hember pergala baviksalar a serdest – Zuhûr Al-Meşrîqî û Şamîran Odêşo

12:00 – 01:00 Nirxandina encamên gotûbêjên komxebatan

01:00 – 01:30 Navbera çay û qehweyê

01:30 – 02:45 Rûniştina Çaremîn

Perspektîfa têkoşîna jinan û asoyên çareseriyê li hember polîtîkayên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn

Modêrator: Muna Şamax

ـ Derketineke siyasî ya jinan bi vîzyoneke yekgirtî (Tora Jinan ji bo Aştiyê) (15 deqe) – Ghada Mûsa

ـ Rola Hevgirtina NADA di rûniştandina Konfederasyona Jinan a Demokratîk a cîhanî de (15 deqe) – Rûken Ehmed

ـ Şoreşa jinan weke bersivdaneke li hember pirsgirêkên demê (15 deqe) – Şehrezad El-Casêm

ـ Rola Pêşeng û bingehîn a Jinan di Înîsiyatîfa Aştî û Civaka Demokratîk de (15 deqe) – Tulay Hatim Ogullari

02:45 – 04:00 Gotûbêjên Rûniştina Çaremîn

04:00 – 05:30 Navbera xwarinê

05:30 – 07:00 Şeveke hunerî (her çar parçeyên Kurdistanê)

Roja Sêyem 17’ê Gulanê: Kongreya rêxistinî ya Hevgirtina NADA

10:00 – 10:15 Sînevîziyon: Çalakiyên herî girîng ên Hevgirtina NADA di salên (2021 – 2025) de

10:15 – 12:00 Rûniştina yekem:

Performansa Hevgirtina NADA

Dîwan: Dr. Encêla Al-Muaamarî, Dr. Hîbe Haddadîn, Selwa Gîga

ـ Xwendina Rapora Hevgirtina NADA di Navbera salên (2021-2025) de

ـ Nirxandina Performansa Hevgirtina NADA: Aliyên Erênî û Nerênî

12:00 – 01:00 Rûniştina Duyem:

Belgeyên Stratejîk

Dîwan: Buşra Alî, Hanan Osman, Dr. Ebîr Hassaf

ـ Pejirandina Belgeya Konfederasyona Jinan a Demokratîk a Cîhanî weke referanseke bingehîn ji bo Hevgirtina NADA

ـ Pejirandina Belgeya Şoreşa Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke referanseke bingehîn ji bo Hevgirtina NADA

ـ Pesendkirina belgeya çarçoveyî û Rêziknameya Hevgirtina NADA

01:00 – 01:30 navbera çay û qehweyê

01:30 – 02:30 Rûniştina Sêyem:

Plan û pirsgirêkên stratejîk heta kongreya duyemîn a Hevgirtina NADA

Dîwan: Nîmet Koko, Zhûr El-Meşrîqî, Hacer Ozdemîr

02:30 – 03:30 Hilbijartin

Dîwan: Nîmet Koko, Dr. Encêla Al-Muaamarî, Buşra Elî

03:30 – 03:45 Daxuyaniya Dawî (Nûbahar Mustafa)

03:45 – 04:00 Gotina Dawî

04:00 – 05:30 Navbera xwarinê

05:30 – 07:00 Şeveke hunerî (Opêra, Govend)

Roja Çarem 18’ê Gulanê

Gera arkeolojîk û turîzmê (vebijarkî)

(fk)