NAVENDA NÛÇEYAN
HRW’ê diyar kir ku çeteyên ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyeyê’ kiryarên binçavkirin, talankirin û destdirêjiyê li sivîlan li bakurê Sûriyeyê dewam dikin, tevî ku ew tevlî artêşa Şamê bûne. HRW’ê bang li desthilata Şamê kir ku serçeteyan di artêşê de erkdar nekin.
Human Rights Watch (HRW) ragihand ku çeteyên ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyeyê’ kiryarên binçavkirin, talankirin û destdirêjiyê li sivîlan li bakurê Sûriyeyê dewam dikin, tevî tevlîbûna wan di nav artêşa Şamê de û erkdarkirina serkirdeyên wan.
Rêxistinê got: “Hikumeta Sûriyeyê ya demkî têkildarî rawestandina binpêkirinan û hesabpirsînê berpirsyar e. Divê kesên ku berê binpêkirin kirine bêne dûrxistin û dezgehên ewlekariyê têkevin bin çavdêriya sivîl.”
Di raporê de her wiha hat ragihandin: “Di nav wan serkirdeyên ku di cihên bilind de hatine erkdarkirin kesên mîna Mihemed El Casim (Ebû Emşa), Seyf Bulad (Sêf Ebû Bekir), Fehîm Îsa û Ehmed El Hayis (Ebû Hatim Şeqra) jî hene.”
Her wiha hate gotin: “Bûyerên êşkencekirin û binçavkirinê li dijî Kurdan û sivîlên din, her wiha lêdan, neynûk kişandin, talankirina malbatan û ferzkirina cezayên pereyan li ser kesên ku vedigerin deverên xwe hatine belgekirin. Her wiha bûyerên revandin, talan, gefên tundiyê û binçavkirina mirovan heta ku fîdye bê dayîn, hatine belgekirin.”
Cîgirê rêvebirê HRW’ê Adam Coogle di dawiya raporê de got: “Eger kesên ku binpêkirin kirine neyên dûrxistin û neyên cezakirin, gelê Sûriyeyê dê ji hêla artêşa xwe ya nû ve rastî binpêkirinan were.”