NAVENDA NÛÇEYAN
Serokê DYE’yê Donald Trump li Riyadê di hevdîtina bi serokkkomarê demkî yê Şamê Ehmed El Şara de, asayîkirina têkiliyên bi Îsraîlê jî di nav de gelek daxwaz jê kir.
Serokê Emerîkayê Donald Trump li Riyadê bi Serokkomarê demkî yê Suriyeyê Ehmed El Şara re hevdîtin kir.
Piştî hevdîtina ji 30 deqeyî ya li Riyadê Qesra Spî daxuyaniyek da. Li gorî daxuyaniya Qesra Spî, Donald Trump ji El Şara xwestiye ‘Jinûve tevlî Peymanên Îbrahîm bibe’, yanî têkiliyên bi Îsraîlê re asayî bike.
Li gorî heman çavkaniyê Serokê Emerîkayê ‘Ji bo karên baş ji gelê Sûriyeyê re bike’ El Şara teşwîq kir û di serî de wergirtina ‘berpirsyariya navendên’ li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên DAIŞ’î lê ne, gelek daxwaz jê kiriye.
Li gorî daxuyaniyê Serokê Emerîkayê ji bo ‘dersînorkirina terorîstên Fîlîstînî’ El Şara ‘teşwîq kiriye.