Mamostayên Mexmûrê Roja Zimanê Kurdî pîroz kirin

MEXMÛR-ROJNEWS

Mamostayên Komîteya Perwerdeyê ya Wargeha Mexmûrê bi dayîna daxuyaniyekê 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî pîroz kirin.

Di sala 1930’an de Celadet Elî Bedirxan alfabeya latînî çêkir, ev alfabeya di 15’ê Gulana 1932’an de li paytexta Suriyeyê Şamê di kovara Hewar de hat weşandin. Di encama têkoşîn û berxwedana gelê Kurd de, ev roj di sala 2006’an de wek Roja Ceja Zimanê Kurdî hat pejirandin.

Biboneya Roja Zimanê Kurdî Mamostayên Komîteya Perwerdeyê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li dibistana Amadeyî ya Şehîd Koçerîn daxuyanî dan.

Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê tevahî Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Mamosta Mistefa Nerexî daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

“Zimanê Kurdî, zimanekî kevnar û dewlemende. Dîroka wî xwe dispêre pênç hezar salan. Bi dewlemendiya xwe pêşengî ji wêjeya Rojhilata Navîn re kiriye. Lê mixabin ev zimanê kevnar û dewlemend gelek caran rastî bişaftin û qirkirinan hatiye.

Zimanê Kurdî yekem car ji aliyê aliyê Îskender mezin ve rastî qirkirinê hatiye. Li hember van qirikirinan gelek caran zimanê Kurdî rastî tunekirinê hatiye. Gelê Kurd di encama komkujiyên hatin kirin de gelek derbasî parçeyên din yên Kurdistanê bûn û xebatên wêjeyî û siyasî dan meşandin. Sala 1930’an di bin pêşengiya Celadet Elî Bedirxan de xebatên li ser çêkirina alfabeya Kurdî ya latînî hatin destpêkirin. Ev alfabeya li Şamê ji aliyê rewşebîrên Kurd ve hatî amadekirin, 15’ê Gulana 1932’an di kovara Hewar de hat weşandin. Kovara Hewar 23 kovarên xwe yên destpêkê hem alfebeya latînî hem ya Erebî bikaranî. Lê di yên dawî de tenê alfebaya latînî weşand. Weşana xwe heya 1943’an berdewam kir.

Ev gava dîrokî sala 2006’an di nava gelê Kurd de di encama keda û xwîna bi dehezaran şehîdên azadiyê weke Cejna Zimanê Kurdî hat pejirandin. Ji bo ev ziman bê parastin û pêşxistin her sal ev roj tê pîrozkirin. Bi boneya vê rojê em bang li tevayê Kurdan dikin ku li zimanê xwe xwedî derkevin û li her qada jiyanê de bikar bînin. Em soz didin heta zimanê me bibe zimanê herî pêşketî xebatên me yê pêşxistina ziman wê berdewam bikin. Li ser vê bingehê em vê rojê li Rêber Apo şervanên azadiyê û tevayî kurdên birûmet pîroz dikin.”

Daxuyanî bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Ziman Jiyan Nabe’ bidawî bû.

(jp-xt/wd)