Iraq, zextên li ser Mexmûrê girantir kir!

NAVENDA NÛÇEYAN

Iraq ji 10’ê Nîsanê ve rê nade kel û pel bikevin nava wargehê, rê nade karker biçin ser karên xwe û nasnameyên xelkê wargehê nû nakin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka nasname û ambargoya li ser wargehê şandeyek ji Meclîsa Gel ya Mexmûrê çûbûn Bexdayê, piştî bi Wezareta Edaletê re hevdîtin kir, di vegerê de hate girtin.

Wargeha Mexmûrê piştî dorpêça PDK’ê, vê carê bi dorpêçek din ya Iraqê re rûbirûye. Di 17’ê Tîrmeha 2019’an de PDK’ê li ser daxwaza dewleta Tirk a dagirker rêgirî û ambargoyek ku hîna didome danî li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr). Ji ber rêgiriyê, bi dehan nexweşên rewşa wan giran e, nekarîn biçin Hewlêrê. Rojek piştî wê ango di 18’ê Tîrmeha 2019’an de balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk a dagirker, wargehe bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de 2 şêniyên wargehê birîndar bûn.

Iraq jî kete nava komploya dijî wargehê

Plan û komployên ji bo valekirin û şkandina îradeya xelkê Mexmûrê berdewamin. Heman çarçoveya polîtîka û siyaseta li dijî xelkê Mexmûrê, hikûmeta Iraqê jî zext û gefên xwe yên li ser Mexmûrê zêdekiriye.

Di 27’ê Kanuna 2021’an de Hêzên Iraqê ji nişka ve serê siharê xwestin bikevin wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr). Hêzên Iraqê xwestin derdora hemû wargehê têl bikin û bixin dorpêçê. Lê xelkê Mexmûrê hemberî vê rawestiya û nehêlan Iraq derdora wargehê têl bike. Carek din di 20’ê Gulana 2023’yan de heman hewldan û siyaset ji aliyê hikûmeta Iraqê ve beramberî xelkê Mexmûrê hate pêkanîn, xwestin derdora wargehê xendekan bikolin, têl bikin û bircan danin. Lê di encama berxwedana 16 rojan ya Mexmûrê de ev hewldan û plan hate têkbirin. Berxwedana xelkê Mexmûrê rê li hewldanên bi daxwaza dewleta Tirk û PDK’ê dihat kirin, girt. Wargeha Mexmûrê dibin sêwana Neteweyên Yekbûyî deye, lê NY tevî hemû êrişên ser wargehê jî bêdenge.

Ji 10’ê Nîsanê ve rê girtîne

Niha Iraqê zext û gefên xwe yên li ser Wargehê zêdekiriye û li dijî xelkê wargehê ketiye nava liv û tevgerê. Iraq ji 10’ê Nîsana 2025’an ve nahêle ti kel û pelên avahîsaziyê bikevin nava wargehê, rê nade karker biçin bajarên Iraqê kar bikin û nasnameyên xelkê wargehê jî nû nakin.

Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan bi caran komîte û meclîsên Wargeha Mexmûrê serî li rayedar û aliyên peywendîdar ên Iraqê dane. Bi caran daxwazên wan bê bersiv hatine hêlan. Ji bo raberkirina helwest û îradeya xwe, xelkê Mexmûrê di 30’ê Nîsanê de li dijî zext û ambargoya Iraqê ya li ser wargehê, meşek girseyî lidarxistin. Xelkê wargehê li ber xala kontirolê ya hêzên Iraqê çalakiya rûniştinê dane destpêkirin. Li wir daxuyaniyek ji raya giştî re hate dayîn. Piştî daxuyaniyê rêveberiya wargehê bi rayedarên Iraqê re hevdîtinek kurt kirin. Rayedarên Iraqê ragihandin ku wê şandeyek roja piştî wê were wargehê li ser van mijarên heyî hevdîtinekê pêkbînin. Xelkê wargehê jî diyar kirin ku ger ev şande neyên wê çalakiyên xwe berdewam bikin.

Şandeya hevdîtinê hate dîlgirtin

Ji bo çareserkirina pirsgirêka nasname û ambargoya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) şandeyek ji Meclîsa Gel ya Mexmûrê duh berê xwe da Bexdayê. Şande piştî bi Wezareta Edaletê re hevdîtin kir û şûnde, di vegerê de hate girtin.

Têkildarî mijarê Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Filîz Bûdak agahiyan ji ajansa me re ragihand. Fîlîz Budak diyar kir ku Meclîsa Mexmûrê ji bo li ser pirsgirêka nasname û ambargoya ya li ser gelê Mexmûrê daxwaz ji Wezareta Edaletê kiribû ku hevdîtinekê bikin. Li ser vê yekê jî Wezaretê bersiv da Meclîsê û anîbû ziman ku wê ti pirsgirêk dernekeve.

Bûdak da zanîn ku Şandeya Meclisa Mexmûrê ku piştî li gel Wezaretê Edaletê hevdîtin kiriye û şûnde li derketina Bexda hatiye dîlgirtin. Filîz Bûdak destnîşan kir ku 3 kes hatine girtin.

Li gorî agahiyên gihiştine ber destê ajansa me, kesên di Şandeya Meclîsa Gel a Mexmûrê de, Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûr Ehmed Şehbaz, Hevşaredarê Wargehê Edban Yilmaz û Hevberdevkê Komiteya Têkiliyên Derve ya Mexmûrê Bêwar Emîn, li Bexdayê hatîn girtin

Ev ambargoya Iraqê ya li ser xelkê wargehê di demek balkêş de pêkhat, di demek ku hewldanên ji bo çareseriyê li Tirkiye, Iraq, Suriye û Başûrê Kurdistanê dewam dikin, pêngavek wiha ya Iraqê gelek pirsan dixe serê mirov de.

(fk)

Iraqê şandeya Mexmûrê ya çûbû hevdîtinê girt

Ji bo çi piştî PDK’ê Iraqê jî ambargo danî ser wargeha Mexmûrê?