ROJNEWS-SILÊMANÎ
Mamostayên Zanîngehê diyar dikin ku ji sala 2008’an ve li Herêma Kurdistanê civak ber bi biyanîbûnê ve diçe û gotin ku divê aliyên peywendîdar li bazar û cihên giştî zimanê Kurdî bikin zimanê sereke. Her wiha dan zanîn ku karanîna zimanê dayîkê girêdayî asta rewşenbîrî ya civakê ye.
Zimanê Kurdî ji çend zaravayek cûda pêktê û ev jî dewlemendiya zimanê dayîkê nîşan dide. Di derbarê giringiya karanîn û parastina zimanê dayîkê de Mamosta Şêx Fuad Berzencî û Mamostayê Zanîngeha Silêmaniyê Prof. Faruq Qeredaxî ji ajansa me re axivîn.
Mamosta Şêx Fuad Berzencî da diyarkirin ku hin sedemên lewazbûna zimanê Kurdî hene û got: “Bi taybetî piştî salên 2008’an û şûnde civaka Kurdî ber bi biyanîbûnê ve diçe. Bi vêre jî zimanê dayîkê ber bi lewazbûnê ve diçe. Xwendina zimanê Inglîzî ji dibistanên dayîkê ta hemû qonaxên xwendinê bûye sedema paşguhkirina zimanê dayîkê.”
Di dewamê de Şêx Fuad Berzencî da zanîn ku zimanê Kurdî zimanek dewlemende û got: “Erkê hikûmetê ye ku kar ji bo yekxistina zaravayan bike daku hemû dever bikarin ji hev fam bikin. Giringe ku malbat di nava xwe de zimanê dayîkê bikarbînin. Erkê aliyên peywendîdare ku li bazar û cihên giştî zimanê biyanî were kêmkirin û li şuna wê zimanê Kurdî bibe zimanê sereke.”
Li ser heman mijarê Mamostayê Zanîngeha Silêmaniyê Prof. Faruq Qeredaxî jî got: “Metirsiyên ku li ser bikaranîna zimanê dayîkê hene cûda ne. Axaftina bi zimanê dayîkê girêdayî asta rewşenbîrî ya civakê ye. Pirsgirêka sereke ewe ku di çapemeniyê de sinorek nîne heta giringî bi karanîna zimanê Kurdî were dayîn.”
Di dewamê de Qeredaxî da zanîn ku malbat jî ji rewşa heyî berpirsin û divê zarokên xwe fêrî zimanê dayîkê bikin. Qeredaxî got: “Pêwîste di sîstema perwerdê de zimanê Kurdî zimanê yekem be daku nîştimanperwerdî lewaz nebe.”
Prof. Faruq Qeredaxî di dawiyê de jî got: “Pêwîste tabloyên li ser dikanan bi zimanê Kurdî werin nivîsandin. Ji bo parastina çand û ferhenga Kurdî pêwîste nivîsên Kurdî bên wergerandina ser zimanên biyanî yên cîhanê.”
(kş)