Komisyona Hilbijartinê: Zêdetirî 8 milyon kesan zanyariyên xwe nû nekirine

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Tîma Ragihandinê ya Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê Îmad Cemîl di daxuyaniyek de eşkere kir ku hîna zêdetirî 8 milyon welatiyên Iraqê zanyariyên xwe yên hilbijartinê nû nekirine û piraniya wan jî li parêzgehên Bexda û Ninowayê ne.

Serokê Tîma Ragihandinê ya Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê Îmad Cemîl di daxuyaniyek ji bo medya Iraqê de têkildarî hejmara kesên ku heta niha zanyariyên xwe ji bo hilbijartinê nû nekirine agahiyan parve kir.

Îmad Cemîl eşkere kir ku rêjeya nûnekirina zanyariyên dengderan di navbera parêzgehan de cûdane û got: “Hîna zêdetirî 8 milyon welatî zanyariyên xwe yên hilbijartinê nû nekirine. Piraniya wan jî li parêzgehên Bexda, Ninowa û Besrayê ne. Li Bexda 2 milyon 400 hezar kesan zanyariyên xwe nû nekirine. Li Ninowayê nêzî 1 milyon, li Besrayê jî 800 hezar kesan zanyariyên xwe ji bo hilbijartinê nû nekirine.”

Her wiha Îmad Cemîl diyarkir ku komîsyonê ji bo nûkirina zanyariyan biryar daye mehek dem bide daku hemû welatî bikarin zanyariyên xwe nû bikin.

Biryare di 11’ê Mijdara îsal de hilbijartina parlementoya Iraqê pêkwere. Komîsyona hilbijartinê jî amadekariyên ji bo lidarxistina hilbijartinê didomîne.

(kş)