NAVENDA NÛÇEYAN
Li gor agahiyan wê prensê welîahtê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman, Mîrê Qeterê Temîm Bin Hemed û Serokê Îmaratê Mihemed Bin Zayid wê tevlî Lûtkeya Welatên Erebî ya li Bexdayê bibin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê me yê Bexdayê dane, wê roja 17’ê Gulanê Prensê welîahtê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman, Mîrê Qeterê Temîm Bin Hemed û Serokê Îmaratê Mihemed Bin Zayid tevlî Lûtkeya Welatên Erebî ya li Bexdayê bibin.
Li aliyê din beriya niha hatibû ragihandin ku wê Serokkomarê Demkî yê Suriyeyê Ehmed El Şara û Serokê Lubnanê Joseph Aoun tevlî lûtkeyê nebin.
Lûtkeya Welatên Erebî wê di 17’ê Gulanê de li Bexdayê bi beşdariya serok û rayedarên welatên Erebî bê lidarxistin.
(kş)