Xelkê Mexmûrê: Ev êriş li dijî rûmeta me ye, em serê xwe natewînin

MEXMÛR/ROJNEWS

Çalakvanên Wargeha Penaberan a Mexmûrê helwesta dewleta Iraqê ya li hemberî xwe şermezar kirin û wiha gotin: “Heta rê ji me re neyê vekirin û berpirsên me neyên berdan emê çalakiya xwe berdewam bikin.”

Wek tê zanîn dewleta Iraqê ji 10’ê Nîsana 2025’an ambargo û rêgirtinê li ser xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê ferz dike. Ji bo ev ambargo bê bidawî kirin, gelek caran ji aliyên berpirsên wargehê ve daxwaza hevdîtinê hat kirin. Her dawî jî ji bo pêkanîna hevdîtinekê şandeyek ji sê kesan pêktê bi raydarên Iraqê re rûnişt û di vegera vê şandeyê de şande li ser rêya Baxdayê hat girtin.

Têkildarî vê mijarê çalakvanên Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku niha li ber xala kontrolê ya ketina wargehê kon vedane, ji ajansa me re axivîn.

Medîne Hilalî di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser rêgirî û ambargoya li ser xelkê wargehê tê ferz kirin û wiha got: “Tenê rêya Bexda ji bo me vekirî bû, ew ji niha li me hate girtin. Rêya jiyanê li me digirin, niha jî berpirsê me girtine ev yek nayê qebûl kirin. Em hikûmeta Iraqê şermezar dikin bi MÎT’a Tirkiyê re bûn yek berpirsên me girtine. Şermek mezine ji dewleta Iraqê re ku niha li hemberî xelkek penaber rabe. Iraq fermanên dewleta Tirk pêktîne. Em penaberîn û dibin sêwana dewleta Iraqê de ne. Em neçarî karkeriyê ne niha karkeriyê jî ji destê me derdixin.”

Taybet Mijînî destnîşan kir ku dewleta Iraqê nahêle nexweş û karkerên wan derbazî nexweşxane û cihên xwe yên kar bibin û wiha pêde çû: “Zarokên nexweş diçin nexweşxanê dibêjin nasnama we serde derbaz bûye li nexweş temaşe nakin. Nahêlin kelûpel bên nava wargehê û karkerên me biçin kar. Şandeyên Iraqê tên nava wergehê digerin sozan didin gelê wargehê lê berpirsyartiyên xwe pêknayînin. Berpirsên me yên wargehê ji bo ku ev pirsgirêk bi rêya diyalogê çareser bibe çûn hevdîtin kirin, lê li wir hatin girtin. Mafê me ye em çalakiyên xwe yên demokratîk yên parastina mafê xwe bikin. Heta rê ji me re neyê vekirin û berpirsên me neyên berdan emê çalakiya xwe berdewam bikin.”

Cîgirê Hevserokê Diwana Meclîsa Gel Feyad Ziravigî jî diyar kir ku ji 10 Nîsanê ve rêgirî û ambargoya dewleta Iraqê li ser xelkê wargehê berdewam dike û wiha dom kir: “Dewleta Iraqê li hemberî me dest bi oprasyonek siyasî kiriye. Her gava derbaz dibe ev rêgirî û ambargoya li ser wargehê girantir dibe. Di aliyê mirovî de xeteriyek mezin li ser gelê wargehê ye. Em hewl didin ku em biriya diyalogê vê pirsgirêkê çareser bikin, şandeya me ya ji bo diyalogê çûyî hat girtin. Bi salan me li hemberî zilmê serî ne tewandiye. Em li hemberî ti kesê jî serî natewînin. Em bang li tevayî aliyên peywendîdar dikin ku xwedî li rûmeta Mexmûrê derbikevin. Êrişek mezin li ser rûmeta me heye. Ev êriş ne li dijî nanê me li dijî rûmeta me ye. Li ti deverên cîhanê qasidên ji bo diyalogê tên şandin nayên girtin. Em bang li dewleta Iraqê dikin ku nebin aleta destê dewleta Tirkiyê.”

Jina bi navê Fehîma Şaxî jî helwesta dewleta Iraqê ya li hemberî xelkê Mexmûrê şermezar kir û wiha got: “Em gavên aştiyê diavêjin, lê êrişên dijmin a li hemberî me zêdetir dibin. Berpirsên me hatine girtin û nehêlin karkerên me biçin ser kar. Serdemê vê yekê çiye? Ev 30 salin em li vir jiyan dikin me serî netewandiye em serî jî natewînin. Tişta ji me bê emê bikin û emê çalakiya xwe berdewam bikin.”

Her dawî jî Serdar Unver da zanîn ku ev 7 sale rêya Herêma Kurdistanê li ser wan hatiye girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev demeke zextên dewleta Iraqê li ser xelkê wargehê zêde bûye. Debara jiyana me li ser karkertiyê ye, dewleta Iraqê jî niha nahêlin em kar bikin. Herî dawî rêveberên me yên ku bi dengê vî gelê hatîn hilbijartin li ser rêya Bexdayê hatin girtin. Tu kes nikare bi van rêbazan vî gelî terbiye bike. Xet û bîrdoziya me diyare. Em ji xeta xwe tawîz nadin.”

(jp-xt/kş)