Aborînas: Ti sûdê lûtkeya Erebî ji bo aboriyê nîne

WISAM ZEHREWNÎ

Bi nêzîkbûna tura 34’an a Lûtkeya Ereban a li Bexdayê re siyasetmedar balê dikişînin ser bandora vê civînê ku di demeke de ne aramî û pirsgirêkên aborî ya li herêmê zêde ye. Aborînasên Iraqê ragihand ku ti sûcê Lûtkeya Erebî ji bo pêşxistina aborî nîne.

Her çende Berdevkê Hikûmeta Iraqê Basim Ewad ragihandibe ku rêjeya tevlîbûnê zêde jî bide nîşandan, lê li gorî aborînasên Iraqî girîngiya ji bo lûtkeyê kêm dibînin û dibêjin; ‘Ji civînekê zêdetir ne tişteke dine’.

Aborînasên Iraqî derbarê Lûtkeya Kembera Ereban ji Rojnewsê re axivîn.

Pisporê Aboriyê Nebîl Mersûmî destnîşan kir ku pêkhatina civînê wiha rê çareseriyek ji bo hevgirtina aboriyê ye û got: “Bi taybet çareseriyek peyda kirin ji bo Iraqê ku bi cîranên xwe re di nava têkiliyên erênî de ye. Nimûne; xurtkirina projeya elektirîkê ya bi welatên weke Urdun, Siûdiye û Kuwêt û dîsa pêşxistina hinek projeyên din. Lê di rastî de serketinê bi dest naxe.”

Nebîl Mersûmî ragihand ku wê ti encam ji vê civînê dernekeve û got: “Sedemê wê jî cudabûna xwezaya aborî ya welatên rojava ne. Pirê caran bi rengê saziyên kirêgirtî li dûv berhemanînê digerin. Ji ber ku nîqaşên tên kirin zêdetirê xwe giştî û navxweyî ne. Zêdetir nîqaş siyasî dibin. Nikarin biryarên girîng derbarê aborî bistînin.”

Pisporê Aborî Ebdulhisên Şemerî diyar kir ku lidarxistina Lûtkeya Erebî ya li Bexda mijareke hêsanî ye û heta niha qet encamek ne ji aborî ne jî ji siyasî nehatiye girtin û got: “Ti sûdê vê civînê ji bo aboriyê nîne. Ji ber ku hê di destpêkê de diyare ku ti hevgirtineke aborî ya rasteqîn a Erebî nîne. Ti biryarên li vê civînê bê kirin wê encamp negire û neyê pêkanîn. Ev bi dehê salane tê kirin û ti sûda wê ji bo aboriyê nîne.”

Hêjayî bibîrxistinê ye 17’ê Gulana îsal Lûtkeya Erebî li Bexda tê lidarxistin.

(eh)