Çalakiya xelkê Mexmûrê ya li pêşiya benda kontrolê didome

MEXMÛR/ROJNEWS

Çalakiya xelkê Mexmûrê ya li dijî ambargoya hikûmeta Iraqê piştî meşa girseyî li ber nuqteya kontrolê ya hêzên Iraqê danîbû bi stran û çalakiyên cuda dewam dike.

Xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li dijî ambargo û dorpêça li ser wergehê, dîsa girtina şandeya ser navê gel çûbûn hevdîtinê heta ber derê nuqteya kontrola hêzên Iraqê meşiyabûn, li vir daxuyaniyek dabûn û helwesta xwe anî bû ziman.

Li ser helwestên gel, rayedarên Iraqê ragihandibû ku wê endamên şandeya çûbûn hevdîtinê berdin. Li ser vê yekê girseya gel anîbû ziman ku heta şande bê berdan ewê çalakiya xwe dewam bikin.

Di vê çarçoveyê de li ber nuqteya artêaş Iraqê kon hate vedan û çalakî dewam dike.

Di saetên şevê de çalakî li stran û aktivîteyên cuda dewam dike.

Hêjayî bibîr xistinê ye ji 10’ê Nîsanê ve hikûmeta Iraqê ambargoyeke ya şidyayî rê nade kelûpelên avahîsazî, binesazî û dîsa rê nade karker biçin Bexda kar. Li ser vê şandeyeke li ser navê gel berê xwe dabûn Bexda û duh dema di vegerê de li benda derketina Bexda tên girtin.

(eh)