NAVENDA NÛÇEYAN
Xelkê bajarê Helebê Roja Zimanê Kurdî (15’ê Gulanê) pîroz kir û teqezî li ser parastina zimanê dayikê ku nasname û çanda gelane kir.
Gelê Kurd her sal di 15’ê Gulanê de Roja Zimanê Kurdî pîroz dike. Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di 2006’an de ev roj wekî Roja Zimanê Kurdî destnîşan kir. 15’ê Gulanê hemwextî roja weşandina yekem kovara wêjeyî ya Kurdî ya Hawarê ye, ku ji hêla Celadet Bedirxan ve li Şamê hat avakirin, hat hilbijartin. Hejmara yekemîn a Kovara Hawarê di 15’ê Gulana 1932’yan de hat weşandin.
Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê ya bajarê Helebê bi vê boneyê li Dibistana Şehîd Alan Mihemed a li beşa rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê bi beşdariya girse şahiyek li dar xist.
Di cihê şahiyê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan, alên Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê ay Helebê daliqandin. Her wiha şênî jî bi cilên xwe yên Kurdî tev li şahiyê bûn.
Di şahiyê de cîgira Hevserokatiya Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê Arîn Henan û hevseroka Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Helebê Zehîde Reşîd axivîn.
Arîn Henan di axaftina xwe de got divê zimanê dayikê li hember heldandinê were parastinê, ji ber ku ziman nasnameya gelan, çand û mîrasa wan a dîrokî ye.
Zehîde got girîngiya ziman ne tenê di navgîniya wê de ye, lê digihîne heta parastina dîrokê û dabînkirina siberojê jî û diyar kir ku ew ê weke Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê nişfên zana û rewşenbîr ava bikin, ku zimanê Kurdî bi pêş bikeve.
Di dawiyê de xwendekar û hejmarek mamosteyan stran gotin û dîlanên folklorîk pêşkêş kirin.