NAVENDA NÛÇEYAN
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ji bo beşdarî Lûtkeya Erebî ya ku dê di 17’ê Gulanê de li Bexdayê bê lidarxistin, gihişt Bexdayê.
Wezareta Karên Derve ya Iraqê bi daxuyaniyekê rahihand ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres duh gihişte Bexdayê.
Hat diyarkirin ku Guterres wê beşdarî 34’emîn Lûtkeya Ereban a ku di 17’ê Gulanê de li Bexdayê bê lidarxistin bibe.
Gorî heman daxuyaniyê Guterres, ji aliyê Wezîrê Karên Derve Fuad Hisên ve hatiye pêşwazî kirin.
(fk)