Komkujiya ku qet nayê jibîr kirin: Komkujiya Hewlêrê

NAVENDA NÛÇEYAN

Yek ji komkujiyên ku herî zêde di dîrokê de cihê xwe girtî Komkujiya Hewlêrê ya di 16’ê Gulana 1997’an deye. Di encama êrişa bê bext de nêzî 80 gerîlayên PKK’ê yên birîndar ku di nexweşxaneya Hewlêrê de di razan û xebatkarên nexweşxaneyê hatin qetil kirin. Hîn jî cenazeyê şehîdên Hewlêrê radestî malbatên wan nehatine kirin.

Beriya 28 salan hêzên PDK’ê li Hewlêrê bi êrişê gelek saziyan kir ku di nav de Hevya Sora Kurd jî hebû. PDK’ê herwiha bi hovane êrişî nexweşxaneya ku birîndar tê de bûn kir û komkujiyek mezin pêkanîn. Tevî 28 sal bi ser komkujiyê re derbaz dibin, hîn jî cenazeyê şehîdan ji bo malbatên wan nehatine dayîn.

Komkujiya Hewlêrê çawa pêkhat?

Komkujiya di 16’ê Gulana 1997’an li navenda bajarê Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê de pêk hat, hîna jî li benda ronîkirinêye. 28 sal bi ser komkujiyê re derbaz bû, di dîroka 16’ê Gulana 1997’an de hêzên PDK’ê bi leşkerên Tirk yên dibin navê Hêzên Aşitiyê ku li herêmê li ser kar bûn re, êriş kirin li ser gelek saziyên ku Heyva Sor a Kurdistanê jî di navê de bû, bi dehan kesên bêparastin qetilkirin. Tevî ku 28 sal li ser vê komkujiya Hewlêrê re derbaz bûye jî hîn jî cenazeyê kesên şehîd bûyîn radestî malbatên wan nehatiye kirin. Heya cihê ku cenaze lê hatine veşartin jî nayê anîn.

Di sala 1997’an de dinavbera PKK û PDK’ê de agirbest hebû û PDK’ê gotibu ku ew li dijî gerîlayan alîkariya leşkerên Tirkiyeyê nakin. Lê PDK’ê soza xwe pêkneanî.

Piştî ku PDK’ê soza xwe pêkneanî, çekdarên PDK bi awayeke hemwext hem êrişê nexweşxaneyê kirin hem jî êrişê Navenda Giştî ya Yekîtiya Netewî ya Demokratîk ya Kurdistanê (YNDK), ofîsa Navenda Çanda Mezopotamya ya Hewlêrê, Komeleya Yekîtiya Jinên Azad ya Kurdistanê (YAJK), êrişê rojnameyên Welat û Welatê Roj jî kirin û bi çekên giran van saziyan gulebaran kirin. Di êrişên ku li ser van saziyan çêbû de gelek mirovên bêparastin jiyana xwe ji dest dan. Operasyona binçavkirin û girtinê ya piştî êrişê dan destpêkirin, bi mehan berdewam kir.

Di encama êrişê de 52 gerîlayên birîndar, karmend û welatiyên li nexweşxaneyê hatin qetil kirin. Kesên ku hatîn dîl girtin jî piraniya wan hatin qetil kirin. Yanî PDK’ê bi hevkariya Tirkiyeyê bi giştî nêzî 80 kesên bê çek qetil kirin.

Piştî komkujiyê, PDK’ê cenazeyê gerîla û karmendên nexweşxaneyê radestî malbatên wan nekir. Tê gotin cenazeyê hinek ji kesên hatîn qetil kirin, li nêzî balafirxaneya Hewlêrê hatine veşartin.

Xizmên kesên di komkujiya Hewlêrê de hatine windakirin û şehîdkirin û komeleya Hêvî ya ji bo piştgiriya qûrbaniyên şer, ji bo dîtina cenazeyê şehîdan bi salane daxwazname radestî lijneya Mafê Mirovan ya Parlamentoya herêma Kurdistan, Komeleyên Mafê mirov û Parlamentoya Iraqê kirine.

Li gorî daxuyaniyên malbatên şehîdan, hîn jî ti bersivek ji bo wan nehatiye dayîn. Tenê soza bicihanîna daxwazên wan hatiye dayîn, lê di pratîkê de tiştek nehatiye kirin. Bi taybet PDK tû caran li ser vê bûyerê ne axiviye.

Tevî 28 sal bi ser komkujiyê re derbaz dibin, lê heya niha jî PDK’ê cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan nekiriye û li ser mijarê tiştek nabêje.