SILÊMANÎ-ROJNEWS
Di Kongreya Hevgirtina NADA de, pêşangehek wêneyan ji aliyê wênekêşa şer Mehdiye Mehrabî ve ku têkoşîn û berxwedana jinên azadîxwaz ên gerîla û şervanên li Rojavayê Kurdistanê û Şengalê nîşan dide, hate vekirin.
Kongreya 1. Ya Hevgirtina Jinên Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê (NADA) ku li Silêmaniyê bi diruşmeya ‘Bi Şoreşa Jinê Ber bi Civakek Demokratîk ve’ tê lidarxistin, di roja duyem de berdewame.
Di kongreyê de ji aliyê wênekêşa şer Mehdiye Mehrabî ve, pêşengehek wêneyên ku têkoşîn û berxwedana jinên azadîxwaz nîşan dide, hate vekirin.
Wêneyên di pêşengehê de berxwedana gerîla û şervanên jin ên di salên 2014 û 2015’an de li Şengal, Başûrê Kurdistanê, Kobanê û Cizîr a Rojavayê Kurdistanê nîşan didin.
Mehdî Mehrabî derbarê pêşengeh û xebatên xwe de ji Rojnews’ê re axivî û got: “Armanca min nîşandana têkoşîn û berxwedana jinan a ji bo azadî û wekheviyê ye. Min berê li welatên Ewropayê pêşangeh vekirine. Îro jî min pêwîst dît ku di vê kongreyê de ku jinên ji neteweyên cûda tê de kom bûne, berxwedan û têkoşîna jinên azadîxwaz bi çavên kameraya min bibînin.”
Kongreya Hevgirtina NADA ku duh li Silêmaniyê hatî destpêkirin û îro li gorî bernameya heyî berdewam dike, wê sibe jî bi dome.
(fk)