NAVENDA NÛÇEYAN
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên wê piştî Lûtkeya Erebî ya li Bexdayê serdana Tahranê bike.
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên ji televziyona El Arabiya re axivî û ragihand ku piştî Lûtkeya Erebî ya li Bexdayê ewê serdana Îranê bike.
Fuad Hisên balkêşa ser hevdîtinên di navbera Emerîka û Îranê de jî û got; “Agahiya Iraqê ji van hevîtinan heye, ger ev hevdîtin sernekevin, wê encamên xeter bi xwere bîne.”
Hêjayî gotinê ye biryare sibe (17 Gulan) Lûtkeya Welatên Erebî li Bexdayê bi beşdariya serok û rayedarên welatên Erebî bê lidarxistin.