NAVENDA NÛÇEYAN
Komîteya Şehîdan ya Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê şehîdên komkujiya Hewlêrê bi bîr anî û hate gotin; “Emê dijî xiyanetê têkoşîna xwe bidomînin û li ser rê û rêbaza şehîdan bimeşin.”
Komîteya Şehîdên ya Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê şehîdên 16’ê Gulanê yên Komkujiya Hewlêrê bibîr anî.
Daxuyanî wiha ye:
“Her sal di 16’ê Gulanê de şehîdên Komkujiya Hewlêrê tên bîranîn, em serê xwe li ber hemû şehîdan, taybet şehîdên komkujiya Hewlêrê ku ji aliyê destek xiyanetkar û bi daxwaza dewleta Tirk a dagirker hatin qetilkirin, ditewînin. Îro 28 sal bi ser komkujiya Hewlêrê re derbaz dibin, yên ku divê komkujiyê de bûn qurbanî, ciwanên welatparêz, endamên Yekîtiya Jinên Azadîxwazên Kurdistan, Nexweşxaneya Heyva Sora a Kurdistan, Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê, Ofîsa sereke ya Rojnameya Welat bûn.
Li hemû saziyên ku êriş ser hate kirin, welatiyên sivîl û bê çek têde bûn, di heman demê gelek birîndarên ku li nexweşxaneyê dihatin dermankirin hebûn. Lê li ser daxwaza dewlera faşist û dagirker ya Tirkiyeyê, hêzên PDK’ê êrişî wan kir û hemûyan şehîd xistin. Ev êrişî durî hemû pîvanên mirovahî, exlaqî, olî û netewî bû. Bi awayek hovane êrişî wan navendan kirin û komkujiyek pêkanîn.
Em ji wê rojê ve van kiryarên hovane şermezar dikin û weke xiyanetek mezin ya nîştimanî pênase dikîn. Me weke Malbatên Şehîdan gelek caran serdana aliyên peywendîdar yên hikumeta Herêmê, parlamento, Mafê Mirovan kir, lê heya niha jî derbarê cenazeyan de ti bersivek erênî nedane me. Heya niha PDK’ê ti daxuyaniyek derbarê vî sûcî de nedaye, ev jî îspat dike ku ev suc ji aliyê wan ve pêkhatiye û naxwazin ti agahiyek li ser vê komkujiyê eşkere bikin.
Ev êriş û komkujî ji aliyê dagirker û destê xiyanetkaran ve li ser welatparêz, azadîwaz û şerfanên azadiyê ve pêkhatî, hîn jî bi dawî nebûye. Tevî vê êrişên ser xweza û xaka Kurdistanê didomin.
Di 18’ê Gulanê de şehîd Zekî Çelebî, Aram û Îsmaîl li cih û demên cuda de ji aliyê destê sîxuran û dewleta Tirk a dagirker ve hatin şehîdxistin, dijminên Kurdan bi rêya kirêgiran û balafirên bê mirov komkujiyên xwe yên ser gelê me dewam dikin. Bê guman ev hemû karên terorî bi hevkariya destê navxweyî û kirêgiran pêktê. Wê xwîna şehîdan vale neçe û bê guman têkoşîna hemû şehîdan bigihije armanca xwe. Em jî weke Kurd bi saya xebat û têkoşîna şehîdan ji bo qonaxek nû pêngavan tavêjin.
Em livir soza xwe dubare dikin ku emê li ser xeta şehîdan têkoşîna xwe pêşbixin û xwe birêxistin bikin. Heya em rêya xiyanet û xiyanetkaran ji Kurdistanê derbixin û dagirkerên Kurdistanê ji holê rakin, emê têkoşîna xwe bidomînin.”