SILÊMANÎ/ROJNEWS
Endamê berê yê Rêveberiya YNK’ê Ferîd Eseserd derbarê Kongreya PKK’ê de got; “Pêwîste parlamento yasaya taybet derbixe, ji ber ku ev pêvajo ji bo Kurd û Tirkan gelek girînge.”
Endamê berê yê Rêveberiya YNK’ê Ferîd Eseserd derbarê Kongreya 12’emîn ya PKK’ê de ji ajansa me re axivî.
Ferîd Eseserd got ku PKK’ê ji pêvajoyê re pêşengtî kiriye, niha dema wê ye ku Hikumeta Tirkiyeyê lihevkirinan diyar bike û bicih bîne. Ferîd da zanîn ku dewleta Tirk heya niha ti gavek ne avêtiye û wiha pêde çû; “Divê li ser mafê gelê Kurd û xalên li ser lihevkirin hatine çêkirin, parlamento yasaya taybet derbixe. Tevî heya niha nehatiye xwestin aliyek sêyem hebe, lê divê aliyên siyasî piştigiriyê bidin pêvajoyê. Lê ji yekem agirbesta di navbera dewleta Tirk û PKK’ê ve, YNK hertim hewldanên xwe yên aştiyê dewam kiriye. Niha şert û mercên Tirkiyeyê ji yên berê cûdatire, di hemû aliyan de ji bo ku ev pêvajo bigihi armanca xwe erkê dikeve ser milê YNK’ê wê pêkbîne.”
Endamê berê yê Rêveberiya YNK’ê Ferîd Eseserd destnîşankir ku ev pêvajo hem ji bo Rojhilata Navîn û hem jî ji bo Tirkiyeyê xwedî girîngiyek mezine û got; “Bi taybet wê bandora xwe li Bakurê Kurdistanê bike, ji ber ku di dema berê de dewletê li wan herêman ti xizmetek nekiriye û gund hatine valekirin.”
Herî dawî Endamê berê yê Rêveberiya YNK’ê Ferîd Eseserd derbarê Kongreya PKK’ê de got; “Ev pêvajo ji bo Kurd û Tirkan gelek girînge, herî kêm Tirkiye êdî dizane ku ewê bi vî awayî nekaribe xwe dewam bike, ji bo vê hewl dide pirsgirêkên navxweyî çareser bike.”