Xelkê Mexmûrê nimêja Înê di konê çalakiyê de kirin

MEXMÛR-ROJNEWS

Berxwedana xelkê Mexmûrê ya dijî rêgirtî, girtin û ambargoya Iraqê dewam dike, penaberan nimêja xwe ya Înê di konê çalakiyê de kirin.

Xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li dijî ambargo, rêgirî û dorpêça li ser wergehê, dîsa girtina şandeya ser navê gel çûbûn hevdîtinê, duh heya ber derê nuqteya kontrola hêzên Iraqê meşiyabûn, li vir daxuyaniyek dabûn û helwesta xwe anî bû ziman.

Li ser helwestên gel, rayedarên Iraqê ragihandibû ku wê endamên şandeya çûbûn hevdîtinê berdin, lê rayedaran sozên xwe bici ne anîn. Di vê çarçoveyê de ji ber ku endamên şandeyê nehatin berdan, li ber nuqteya artêşa Iraqê kon hate vedan.

Nimêja Înê di kon de kirin

Berxwedana xelkê Mexmûrê bi biryardarî di roja xwe ya duyem de dewam dike. Penaberan di roja duyem de nimêja Înê dibin konê çalakiyê de kirin. Bi sedan welatiyan ji bo nimêja Înê berê xwe dan kon û liwir nimêja xwe ya Înê kirin.

Di xudbeyê de bal hat kişandina li ser zilma li ser penaberan tê kirin û wek kufir hat binavkirin. Her wiha banga yekîtî û yek rêziyên li gelê Kurd kirin.

Hêjayî bibîr xistinê ye ji 10’ê Nîsanê ve hikûmeta Iraqê ambargo daniye ser wargehê, rê nade kelûpelên avahîsazî, binesazî û dîsa rê nade karker biçin Bexda kar. Herwiha Iraq nasnameyên xelkê wargehê nû nake û rê nade nexweş jî biçin nexweşxaneyê.

 

(jp-ah/wd)