Di 3 rojan de li Xezayê herî kêm 274 kes hatin kuştin

NAVENDA NÛÇEYAN

Li Şerîda Xezayê hejmara qurbaniyên ji ber êrişên hewayî yên Îsraîlê zêde dibe. Di nava 3 rojan de zêdeyî 270 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Rayedarên Parastina Sivîl a Fîlîstînê diyar kirin ku di bombardûmanên roja Înê de 74 kesên din hatin kuştin. Xebatên lêgerîn û rizgarkirina ji binê kavilan dewam dikin.

Duh 120, roja 15’ê Nîsanê jî 80 kesî jiyana xwe ji dest dan. Di nava 3 rojan de bi giştî 274 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li aliyê din Serokê DYE’yê Donald Trump di çarçoveya gera xwe ya li Kendavê de çû Qatarê û hevdîtin kir.

Hate ragihandin ku li Dohayê di hevdîtina navbera Trump û Emîrê Qatarê de têkildarî şer pêşketin heye. Hemasê jî duh Îsraîl bi têkbirina hewldanên navbeynkariyê sûcdar kir.

Piştî ku Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû daxuyanî da ku Xezayê fetih bike û bi hêzeke tam êriş bike, rojên dawî êrişên li ser Xezayê zêde bûn.