NAVENDA NÛÇEYAN
Berdevkê Têkiliyên Derve yê KCK’ê Zagros Hîwa diyar kir ku biryarên Kongreya 12’mîn a PKK’ê stratejiya vê serdemê diyar dike û got; “Danûstandinên pêvajoya aştiyê hîn destpê nekirine. Ji beriya ku behsa danîna çekan were kirin, divê em behsa vekêşîna artêşa Tirk a dagirker ji xaka Başûrê Kurdistanê bikîn.”
Berdevkê Têkiliyên Derve yê KCK’ê Zagros Hîwa di bernameyeke taybet ya Stêrk TV de naveroka Kongreya 12’mîn a PKK’ê nirxand û bal kişand ser gelek xalên girîng yên girêdayî biryarên kongreye ku çendîn rojin di medyaya şerê taybet de ji bo berovajîkirina naveroka biryarên kongreyê û agahiyên nerast û şaş tên belavkirin.
Zagros Hîwa da zanîn ku ew nikarin biryarên Kongreya 12’mîn a PKK’ê weke biryara destpêkirina pêvajoya aştiyê pênase bikin û wiha domand; “Ya baş ewe ku em biryarên kongreye wek biryara destpêkirina serdemeke nû ya binavê ‘serdema aştî û civaka demokratîk’ pênase bikin. Biryarên Kongreya 12’mîn a PKK’ê stratejiya vê serdemê diyar dike. Danûstandinên ji bo pêvajoay aştiyê hîn destpê nekiriye. Ji ber ku her du alî li ser pêvajoya aştiyê ne hemfikirin. Dewleta Tirk hîn jî ji bo pêvajoay aştiyê têgeha ‘terorê’ bikar tîne. Gelo çawa dibe ku ew li aliyekê behsa aştiyê bike û li aliyek din jî zimanekê wisa bikar tîne ku hest, wijdan û derûniya gelê Kurd birîndar dike. Ji bo pêvajoya binavê aştiyê bi rastî destpê bike; divê dewleta Tirk hişmendiya xwe a ku gelê Kurd wek terorîst dibîne, ji kokê biguhere.”
Berdevkê Têkiliyên Derve yê KCK’ê got; “Ew biryarên ku hatine girtin weke bidawîkirina şêwazî çekdarî hatiye pênasekirin. Lewra hîn zû ye ku em vê pêvajoyê weke pêvajoya aştiyê pênase bikin. Tu kesê behsa danîn û radestkirina çekan nekiriye. Ji ber ku niha zemîna wê yekê tune ye. Ji ber ku dewleta Tirk heta niha jî êrişên xwe yên li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê didomîne. Heta niha jî tunel û çeperên gerîlayan yên li herêmên Zap û Metîna ji aliyê artêşa Tirk û PDK’ê ve dorpêçkirî ne. Dûrahiya di navbera Gerîlayên Azadiya Kurdistan û artêşa Tirk û PDK’ê re tenê 50-100 metre ye. Di rewşeke wiha de ma çawa dibe ku çek werin danîn. Beriya ku em behsa danîna çekan bikin, pêwîste em behsa vekêşîna artêşa Tirk a dagirker ji ser xaka Başûrê Kurdistanê bikin.”
Di dewama axaftina xwe de Berdevkê Têkiliyên Derve yê KCK’ê Zagros Hîwa bal kişand ser pêvajoya ku bi banga sedsalê ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ku Rêber Apo bi rêya Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê di 27’ê de ji raya giştî û cîhanê re hate ragihandin destpê kir û wiha pê de çû; “Rêber Apo ev pêvajoye da destpêkirin. Ji bo ku ev pêvajoya bikaribe li ser piyan bimîne, ber bi pêş ve biçe, pêwîste Rêber Apo bi awayek fîzîkî azad bibe. Her wiha divê Rêber Apo di atmosfereke azad û bi tendurist de ji bo serxistina vê pêvajoyê xebat û têkoşîna xwe bike.”
Zagros Hîwa bal kişand ser wê yekê ku ji 27’ê Sibatê ve Rêber Apo û PKK’ê heta niha sê caran niyeta xwe pak nîşan daye û pêngavên yekalî avêtine û wiha dewam kir; “Eger dewleta Tirk bi rastî aştiyê dixwaze, divê destpêkê rejîma xwe ya tecrîd û îşkenceyê li Îmraliyê bidawî bike. Divê yasa û destûra xwe ya bingehîn jinûve sererast bike ku Kurd jî li Tirkiyeyê bibe xwedî mafê hemwelatiyê wekhev û azad û bi çavê pileya duyemîn lê neyê nêrîn.”
Di dawiyê de Berdevkê Têkiliyên Derve yê KCK’ê Zagros Hîwa balê dikêşîne ser girîngiya pêvajoya çareseriyê ji bo parçeyên din yên Kurdistanê û Rojhilata Navîn û got; “Ev pêvajoye di aliyê pêşxistina maf û azadiyan de bandora xwe li ser hemû parçeyên Kurdistanê. Her wiha bidestxistina destkeftiyane. Di heman demê deme serdemeke ku dibe alîkar ji demokratîkbûna Rojhilata Navîn.”
(wd)