NAVENDA NÛÇEYAN
Serokomarê Iraqê da zanîn ku nebûna yasaya petrol û gazê gelek pirsgirêk di navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û parêzgehan de çêkiriye û bi derbasbûna yasayê wê pirsgirêk çareser bibin.”
Serokomarê Iraqê Dr. Letîf Reşîd Serokomarê Iraqê di hevpeyvînekê de bi kanala “El-Şerq” re derbarê pirsgirêkên navbera Iraq û Herêma Kurdistanê û çend mijarên din axivî.
Letîf Reşîd got: “Nebûna yasaya petrol û gazê gelek pirsgirêk di navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û parêzgehan de çêkiriye û bi derbasbûna yasayê wê pirsgirêk çareser bibin.”
Têkildarî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de jî wiha got; “Em xwazyarê serketina hilbijartinên pêşiya Iraqê ne. Her wiha ez dixwazim ku hemû aliyên siyasî beşdarî hilbijartinê bibin û encamên wê nûnertiya Iraqiyan bike.”
Têkildarî Lûtkeya Erebî jî ev tişt got; “Birêveçûna Lutkeya Erebî li Bexdayê ji bo çareserkirina pirsgirêkên Filistîn, Sûdan, Lubnan û Sûriyê, ku di lutkeyê de biryar û wezîfedarkirinên taybet ji wan re dê bên kirin gelek girînge.”
(wd)