NAVENDA NÛÇEYAN
Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd bi Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonîo Guterres yê ji bo tevlî Lûtkeya Ereban bibe hatibû Bexdayê re civiya.
Ofîsa Ragihandinê ya Serokkomariya Iraqê ragihand ku Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterees re civiyaye.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku Serokkomarê Iraqê ji Guterres re ev gotiye: “ji ber asta hevkarî ya çêker a di navbera Iraq û Neteweyên Yekbûyî de, dîsa rola mirovî ya bi rêya rêxistinên xebatan li welat dike teqdîr dikîn.”
Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonîo Guterres ji bo tevlî Lûtkeya Ereban a 34’an bibe duh hatibû Iraqê.
Tê payîn ku sibe 34’emîn Lûtkeya Ereban li Bexda bê lidarxistin.
(eh)