SILÊMANÎ-ROJNEWS
1’emîn Kongreya Hevgirtina NADA, di roja duyemîn de du panelên binavê “Têkoşîna Jinan: Astengî û Derfet” û Nêrîna Xebata Jinan û Pêşxistina Çareseriyê li Hemberî Siyasetên Şerê Cîhanî yê Sêyemîn”, hatin lidarxistin. Xebat û çalakiyên roja duyemîn ya kongreyê bi stran û govendê bidawî bûn.
Îro êvarê li otêla HiCrest ya li bajarê Silêmaniyê, bi pêşengiya Rêxistina Yekîtiya Jinên Kurdistanê, bi dirûşmeya “Li Ser Bingeha Şoreşa Jinan, Ber bi Civakeke Demokratîk” çalakiyên roja duyemîn ya 1’emîn Kongreya Hevgirtina NADA hatin lidarxistin.
Roja duyemîn ya 1’emîn Kongreya Hevgirtina NADA, êvara kar û çalakiyên roja duyemîn tijî stran, mûzîka Kurdî, bi gotina stranên her çar parçeyên Kurdistanê û mûzîka taybet a parçeyên Kurdistanê dawî li kar û çalakiyên roja duyemîn a kongreyê hat.
Kongre bi beşdariya 200 rêxistinên jinan yên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, li ser asta Kurdistanê ji her yek ji Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullari, Hevseroka DBP’ê Çigdem Kiliçgun Uçar, Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûrad û şandeyek jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevseroka giştî ya KNK û şandeke jinên Bakur û Rojhilata Sûriyê û jinên Şengalê birêve çû.
Di roja duyemîn de du panelên bi navê “Têkoşîna Jinan: Astengî û derfet” her wiha û “Nêrîna Xebata Jinan û Pêşxistina Çareseriyê li Hember Siyasetên Şerê Cîhanî yê Sêyemîn”, birêve çû. Roja duyemîn ya kongreyê çalakiyên hunerî bidawî bû.
(wd)