NAVENDA NÛÇEYAN
Sersaxiya ji bo kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Kolnê hatiye danîn, di roja 5’an de didome. Hunermendên TEV ÇAND’ê helbestên Alî Haydar Kaytan xwendin û gotin: “Fêmkirina şehîdan, fêhmkirina Rêber Apo ye.”
Sersaxiya ji bo kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ên ku di Kongreya Awarte ya 12’emîn de hate ragihandin, li Koln ê Elmanyayp hatiye danîn di roja 5’an de didome.
Tevî hunermendên TEV-ÇAND’ê gelek kes beşdarî merasîma sersaxiyê ya li Navenda Civaka Demokratîk a Kolnê bûn.
Sersaxî bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpê kir.
Piştre siyasetmedar Muharrem Aral axivî. Aral diyar kir ku Tevgera Azadiyê a ku di bin pêşengiya PKK’ê de destpê kir, rêxistina herî berfireh a vê têkoşîna dîrokî ye.
Aral ev tişt anî ziman: “Biryara Rêberê me ya ku ‘Kurdistan mêtingehe’ rastî ji nû ve derxist holê. Bi pêşketina tevgera PKK’ê re, dewletê ji bo têkbirina vê berxwedanê polîtîkayên îmha û asîmîlasyonê xist meriyetê. Lê berxwedana jin, ciwan û gel a ku di bin pêşengiya Rêbertiyê de pêş ket, digel serkeftinên leşkerî û siyasî, dijmin xistiye rewşek bêçare. Pêvajoya ku em îro tê de ne pir girînge. Çima ewqas şehîd hene? Ji ber ku zarokên herî hêja yên gel ji bo jiyanek azad û bi rûmet canê xwe feda dikin. Xwedîderketina li şehîdan di heman demê de tê wateya fêhmkirina Rêbertiyê. Fêmkirina şehîdan tê wateya fêhmkirina têkoşîna îdeolojîk, siyasî û rêxistinî ya ku ji hêla Rêbertiyê ve hatî pêşxistin.”
Hunermendên TEV-ÇAND’ê bernameya ku ji bo bîranîna kadroyên pêşeng ên PKK’ê amade kiribûn pêşkêş kirin. Helbesta Alî Haydar Kaytan a bi navê “Ey Dîrok” ji aliyê Hekîm Sefkan ve, helbesta Kaytan a “Ez Mirovek bûm” ji aliyê Hozan Diyar ve hatin xwendin.
Sersaxiyên ji bo Riza Altûn û Alî Haydar Kaytan wê sibê jî bên qebûlkirin.
Her wiha 18’ê Gulanê roja Yekşemê wê li Im Gewerbegebiet Pesch 12A, 50767 Kolnê merasîmeke girseyî bê lidarxistin.